Di Tribunalê de ew ê Tirkiye were darizandin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovayetiyê ya dewleta Tirkiyeyê ya piştgiriya ji bo ‘Tribunala Navneteweyî’ zêde dibe.

Tribunala Navneteweyî wê di 15-16’ê Adarê de li Bourse de Travailê were lidarxistin.  40 saziyên navneteweyî û 300 kes piştgiriyê didin dadgehê û ew ê 7 dadger, dadgehê bi rê ve bibin.

Di dadgehê de ew ê ji Tirkiye, Kurdistan û Ewrûpayê bi sedan kes şahidiyê bikin û sûcên şer ên di dema AKP’ê de û di qetilkirina sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de werin darizandin.

Tribunala Navneteweyî ya ku dadgeha wijdanî ye, cara pêşîn di 24’ê Hezîrana 1979’an de hate avakirin. Ev dadgeh Dadgeha Rûssel ji xwe re dike model a ku  Bertrand Russel û Jean Paul Sartre ji bo lêkolîna sûcên Amerîkayê ya li Wîetnamê ava kiribû. Ev dadgeh xwe dispêre deklarasyonên cihê yên mafên gelan. Heke sûcên li dijî mafên gelan baş neyên darizandin û kêmasî hebe, ev dadgeh wekî dadgeheke mayînde derdikeve holê.

Wê li vê dadgehê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan were darizandin. Di heman demê de gelek rayedar, fermandarên hikumetê jî ew ê werin darizandin. Dadgeh ew ê biryara xwe di meha Gulanê de eşkere bike. Bi vê armancê ew ê li Parlementoya Ewrûpayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Tribunal ew ê du rojan bi awayekî  zindî ji ser înternetê were temaşekirin. Heta niha gelek kesan bi peyamên dîtbarî piştgirî dan dadgehê.  Malpera Tribunalê ev e (http://tribunal-turquie-kurdes.org). Di heman demê de kanala Youtubeyê û ya Facebookê ya Tribunalê jî heye.

FRANCESCHI: TIŞTÊN KU CIVAKA NAVNETEWÎ NAKIN, GEL DIKIN

Nivîskar Patrice Franceshi û Janet Biehl, ji Parlamentoya Ewropa ji koma çepgir a hevgirtî GUE/NGL’ê Gabi Zimmer û pîsporê Rojhilata Navîn yê Fransî Gérard Chaliand ji qenala You Tube ya dadgehê re axivîn û piştgiriya xwe anîn ziman. Franceshi got ku “Her çendî dadgeh ji bo dewleta Tirk ne mecbûrî jî be lê gelek girîng e. Herî kêm wê tiştên Tirkiye bi Kurdan kirî were zanîn.” Nivîskarê Fransî diyar kir ku Tirkiye li Efrînê paqijiya netewî dike û wiha got; “Tiştên ku civaka navnetewî nakin gel bi qasî ji wan tê dike” û bal kişand li ser sedemê avakirina dadgehê.

BIEHL: LI DIJÎ DÎKTATOREKÊ RABÛN NE BÊFEYDE YE

Janet Biehl wiha got; “Li dijî dîktatorekê rabûn ti carê ne bê feyde ye. Ev dîktatorekî hovane ye. Kurdan qetil dikin. Di heman demê de civakên li Tirkiyeyê jî tine dikin. Mirovên ku li welatên din wan rexne dike jî tên qetilkirin. Niha jî herêma aşitî ya Efrînê tê dagirkirin.” Biehl got komkiirna agahiyên ku Komara Tirkiyeyê hatî vê rewşa îro gelek girîng e.

ZIMMER: HIKÛMETA ERDOĞAN HER ROJ SÛÇÊ ŞER DIKE

Gabi Zimmer jî wiha got; “Hikûmeta Tirk, hikûmeta Erdoğan her roj sûcê şer dike. Hem li hindir û hem jî li derve sûcê şer dike. Ji ber vê sedemê pêwîst e dawî li vî cezayê were anîn. Ji ber vê sedemê piştgiriya Tribunala Navnetewî dikin û wê encam were girtin.”

CHALIAND: DADGEHA WIJDANÊ GIRÎNG E

Gérard Chaliand ku di mijara Tirkiye û Kurdan de xebatên girîng kiriye, diyar kir ku piştgiriya dadgehê dikin, di demê Vietnbamê de li Danimarkayê li dadgeha Russellê şahîdi kiriye. Challiand wiha got; “Dadgehekî wiha ya wijdanê, tiştên ku dewlet nakin dike û guhdarkirina şahidiya mirovan jî gelek girîng e.”