Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎÎSÎGM), rapora mirina karkeran a 6 mehan amade kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê mirina karkeran zêde dibe. ÎÎSÎGM'ê anî ziman ku ji ber tenduristî û ewlehiya karkeran li ber çavan nayê girtin di nava 6 mehên dawî de herî kêm 366 kareran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎÎSÎGM) li ser qezayên kar û mirina karkeran rapora 6 mehan amad kir. ÎÎSÎGM'ê anî ziman ku ji ber tenduristî û ewlehiya karkeran li ber çavan nayê girtin di nava 6 mehên dawî de herî kêm 366 kareran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê di meha çile de herî kêm 62 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di meha sibatê de 42 karkeran di meha Adarê de 59 karkeran, di meha nîsanê de 75 karkeran, di meha gulanê de herî kêm 69 karkeran û di meha hezîranê de jî 59 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di 1’ê hezîranê de Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC), di rapora xwe ya bi navê “Rapora Salane ya Binpêkirinên Mafên Sendîkal” ya di konferansa Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) de aşkere kir de, ragihand ku Tirkiye di vî warî de yekemînê Ewropayê ye.
Di rapora ITUC’ê de hat gotin ku li Tirkiyeyê bi taybet karkerên di sektorên metal, petrol, kîmye û tesktîlê de dixebitin, endamtiya wan a bo sendîkayan dibe sedema derxistina wan a ji kar. Ji bo vê yekê jî fîrmayên weke Polyplex, Demo, Plastik, AFE Plasturgie weke mînak hatin nîşandan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku polîsên li hemberî grevên karkeran zorê bi kar tînin û di raporê de tê gotin ku di encama êrîşa polîsan a di 25’ê sibatê de li Kartepeyê li dijî çalakiya karkeran pêk hat de 2 karker birîndar bûn.