Di teqîna li kana komirê de 14 karkeran jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû de 14 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di teqîna li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû de 14 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Amasra ya Bartinê, saet nêzê 18.45’an li Midûriyeta Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê ji ber trafoyê teqîn çêbû.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Hundirîn ve hat dayîn de hat ragihandin ku 14 karkeran jiyana xwe ji dest daye, 7 karker jî birîndar bûne.