Girtiyên edlî yên li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê dimînin ji bo piştgirî bidin serhildana girtîgeha Rihayê nivînên xwe şewitandin. Di encama şewata derketî de 24 kes birîndar bûn.
Girtiyên edlî yên li girtîgeha Tîpa T'ya Osmaniyeyê ji bo piştgirî bidin serhildana girtîgeha Rihayê hemû nivîn û beteniyên xwe şewitandin. Piştî dûkêl ji girtîgehê derket ekîbên agirkujiyê sewqî girtîgehê kirin û di demeke kurt de agir hat temirandin. 24 kesên ji dûkêlê tesîr bûn jî bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyan kirin.
Malbatên girtiyan jî li ber nexweşxaneyê civiyan.