Di şerê li Şehbayê de 7 çete hatin kuştin

Şerê di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de derketî, didome. Di şer de 7 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li Til Malid û Mari bi cih dibin, saet di 19.00′an de bi çekên giran û tankan, êrîşî gundên Um Hoş, Til Midyeq Semûqa, Hesiye, Helîs û dibistana El-Mûşat ên herêmên Şahbayê kirin.

Di encama bersivdayîna şervanên Ceyş El- Swar ya êrîşan de 7 çete hatin kuştin.

Êrîşên li ser gundan didome.