Di serdegirtina DBP’ê de wêneyê Orhan Dogan jî hate desteserkirin
Polîsan dema girtin ser Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Enqereyê wêneyê parlementerê DEP’ê Orhan Dogan jî desteser kirin.
Polîsan dema girtin ser Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Enqereyê wêneyê parlementerê DEP’ê Orhan Dogan jî desteser kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di bin navê ‘PKK/KCK’ê de li dijî DBP’ê operasyoneke qirkirina siyasî da destpêkirin. Di hema demê de li hemû avahiyên bajêr ên DBP’ê de lêgerîn hatin destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Amed di serî de li 9 bajarên Kurdistanê polîsan girtin ser avahiyên partiyê û malan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar û Hevserokê DBP’ê ya bajarê Agiriyê Melîk Ozmuş hatin destgîrkirin.
Li Mûşê jî xebatkarên DBP’ê Mîkaîl Kiliç û Celal Doner, Farûk Kuçukçelebî û Yilmaz Tamkan hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan girtin ser Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Enqereyê. Di dema serdegirtinê de ketin û derketina ji kolanê hate qedexekirin, qeydên defterê yên partiyê, dokuman û gelek belge hatin desteserkirin.
Polîsan di dema serdegirtinê de wêneyê parlementerê DEP’ê Orhan Dogan ê ku di 2’ê Adara 1994’an de parlementerita wî hatibû xistin, wêneyên Cîhan Denîz û Husnu Ablay ên ku dema Endamên Meclîsa DTP’ê bûn û di sala 2008’an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn jî desteser kir. Tevî wêneyan gelek pirtûk jî bi îddîaya ‘delîla sûc’ e hate desteserkirin.