Li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Îzmirê di çarçovepa pakêta 3'emîn ya darazê de rûniştina 6 kesan ji nû ve hate dîtin. Di rûniştinê de dema Şenol Koç, behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir li gel hevalê wî, ji salonê hatin derxistin. Girtiyên tên darizandin û malbatan helwesta heyeta dadgehê şermezar kir û sloganên "Biji Serok Apo" qêriyan.
Piştî pakêta 3'emîn ya darazê rûniştina 6 kesên ku di sala 2009'an de bi hinceta "Teqemenî li gel xwe girtine" bi îdîaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kirine" li Îzmirê hatin girtin ji nû ve hate dîtin.
‘HETA TECRÎDA LI SER OCALAN BERDEWAM BIKE EW DÊ GREVA BIÇÎBÛNÊ BIDOMÎNIN’
Rûniştina doza 6 kesan li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Îzmirê hate dîtin. Di rûniştina dozê de malbat û girti amade bûn. Di rûniştinê de Şenol Koç parastin kir û di parastinê de behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Koç ani ziman ku, heta tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike dê çalakiya xwe ya gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin.
Heyeta dadgehê axaftina Koç qut kir û xwest li cihê xwe rûnê. Parêzer Canan Uçar bertek nîşanî heyeta dadgehê da û diyar kir ku, parastina muwekîlê wî ji destpêka axaftinê de diyare ku têkildarî hevin.
Piştî prz. Ucar, Koç dîsa axaftina xwe ya li ser tecrîdê û gireva birçîbûnê berdewam kir. Li ser vê yekê Serokê Heyeta Dadgehê ferman da leşkeran, Şenol Koç û 5 hevalên wî derxist derveyî salonê. Dema leşkeran bi zorê xwest 6 girtiyan derxin derveyî salonê, girtiyan sloganên "Biji Serok Apo" bilindkirin û helwesta heyeta dadgehê şermezar kir.
DI NAVA SALONA DADGEHÊ DE SLOGANÊN ‘BIJÎ SEROK APO’
Malbatan jî sloganên "Biji Serok Apo" qêriyan û piştgirî dan girtiyan. Dema girtiyan û malbatan helwesta heyeta dadgehê şermezar kir, heyeta dadgehê malbat bi gefa "Em dê li derve we bibînin" da û xwest wan derxe derve. Lê ji ber ku malbat derneketin bang li polîsan kir û got "Hemû beşdarên li salonê derxin derve û wan binçav bikin.
Dema polîsan xwest komê têxe bin ablûkayê û wan binçav bike û nasnameyên wan desteser bike, vê carê 50 kesên doz dişopandin bertek nişan dan û nasnameya xwe nedan polîsan. Piştî ku parêzer ketin navberê heyeta dadgehê polîs rawestand û navber da rûniştinê
Piştî navbera demjimêrekê tenê parêzer ketin rûniştina dozê. Prz. Canan Uçar ani ziman ku, dema muwekilê wî Ahmet Kaya 4 sal berê hate binçavkirin bi tirs nêzî polîsan dibû û nikarîbû biaxiviya. Lê niha îfadeya siyasî dide û li salona dadgehê slogan avêt û wiha got:
"Di nava 4 salan de xurt bû. Canan xwest muwekîlê sûdê ji pakêta 3'emîn wergire û serbest berde. lê heyetê daxwaza parêzeran red kir û rûniştina dozê taloqî mehên pêş kir.