Kurdên li Ewropayê, dê di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li bajarê Franse Strasbourgê bin.
Mitîng dê li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) bê lidarxistin û dê “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî” bê xwestin. Kurd dê balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan dê ji saziyên navneteweyî yên weke KE, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bê xwestin ku ji bo dewleta Tirk dest ji vê helwesa xwe berde, bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha dê peyam bidin ku ji bo pêkhatina muzakereyan divê Ocalan azad bibe. Di mitîngê de ciwanên Kurd dê Meşa Dirêj a ku bûye mîna kevneşopiyekê bidin destpêkirin. Ciwanên Kurd dê bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî” ji Strasbourbê bimeşin heta bajarê Almanya Mannheimê.
Dê piştî meşê beşdarî Mihrîcana 20’emîn Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li Mannheimê bê lidarxistin, bibin.