Di roja 82. de berxwedana Kobanê hat silavkirin

Di roja 82. de berxwedana Kobanê hat silavkirin

Di 82’emîn roja berxwedana Kobanê de welatiyên li gundê Mehserê nobet digirtin, zincîra mirovahiyê ava kirin û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.

Bi sedan kesên li gundê Mehserê bi armanca pişgiriya şervanên YPG û YPJ’ê ku ev 82 roj e di berxwedanê de ne, nobetê digirin, destê hev girtin, dîsa zincîra mirovahiyê çêkirin û berê xwe dan Kobanê. Berxwedêrên nobetê ku bi rojan e, li gundê Mehser û Mîseynterê nobetê digirin, di saetên sibê de piştî paqijiya qadê berê xwe dan Kobanê.

Girseyê ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û bênavber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Silav silav ji Kobanê re hezar silav’ , ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û ji bo vê berxwedana destanî berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Her wiha girseyê ji bo nimêja Înê li Mizgefta Mehserê ref girê da.