Di protestoya tezkereyê de 2 jê rojnamevan 9 binçavî

Di protestoya tezkereyê de 2 jê rojnamevan 9 binçavî

7 endamên SDP’ê û du nûçegihanên ku li ber ofîsa Serokwezîrtiyê ji bo protesto kirina tezkereya operasyona dersînor ya Sûriyeyê ku li Meclîsê tê nîqaşkirin, belavok belavkirin, hat hînbûn ku hatine binçavkirin.

Hate zanîn ku, 7 endamên Partiya Sosyalîstên Demokrat û nûçegihanên Kovara Gelecek Buket Kaya û Gulay Ay ji bo protesto kirina tezkereya operasyona dersînor ya Sûriyeyê ku li Meclîsê tê nîqaşkirin, li ber ofîsa Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya li Beşîktaşê pankart vekirin û belavok belavkirin, hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku, endamên SDP’ê yên hatine binçavkirin wihane; Azîz Kuçuk, Çagdaş Demîrel, Eren Yigit, Cansû Akkiliç, Ekîm Kalayci, Rojhat Tûrgût û Sefa Hodûl. Binçavkirî birin Navenda Polîsan ya Beşîktaşê.