Di encama pevçûna duh li çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî de herî kêm 4 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di encama operasyona di 13’ê hezîranê de ji aliyê artêşa Tirk ve li çiyayê Kato yê di navbera Elkê û Colemêrgê de hat destpêkirin de pevçûnek di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de qewimî. Di encama pevçûnê de herî kêm 4 leşker birîndar bûn. Hat zanîn ku pevçûn heta derengiya şevê berdewam kir.