Di Pêncşema Reş de piştgirî ji bo greva birçîbûnê

Di Pêncşema Reş de piştgirî ji bo greva birçîbûnê

Li navçeyên Dêrik, Qoser, Wêranşar, Peyas Êlih, Wan, Qelqeliyê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyên Pêncşema Reş ku her hefte li ber avahiyên şaredariyan bi boneya şaredar, parlementer û siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan tên lidarxistin de hate diyarkirin ku dê gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe. Çalakgeran piştgirî dan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku dest bi gireva birçîbûnê kirine û anîn ziman ku, wan bi tenê nahêlin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê, endam û rêveberên şaredarî, BDP, saziyên sivîl yên civakî di hefteya 137'an de li ber avahiya şaredariyê kom bûn û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kirin. Di çalakiyê de Serokê Nivîskarên Kurd Şeyhmus Sefer diyar kir ku, ew vîna siyasetmedarên kurd ên ji bo parastina zimanê zikmakî slav dike û wiha got: "Gelê kurd dê azadiya ziman, çand, nasname û nirxên xwe bi dest bixe." Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

ÇALAKIYÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN

Li navçeya Wêranşarê jî koma endam û rêveberên şaredariyê û saziyên sivîl yên civakî li ber avahiya şaredariyê ya li taxa Kişlayê bûn û girtina siyasetmedar û şaredaran şermezar kirin. Nûnerê Genel-Îşê Hikmet Burun anî ziman ku, heta şaredar û siyasetmedarên kurd tev serbest bên berdan dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî hate lidarxistin. Komê di çalakiyê de pankarta "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" vekirin û posterê Şaredar Çaglar Demîrel vekir. Li vir komê piştî daxuyanî da çapemeniyê çalakiya rûniştinê pek anî û belav bûn.

LI QOSERÊ BANGA MÎTÎNGA 30'Ê ÎLONÊ HATE KIRIN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê endam û rêveberên şaredarî û saziyên sivîl yên civakî ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Sekreterê Konseya Bajar ya Qoserê Aslan Başboga diyar kir ku, ew dê di 30'ê Îlonê de beşdarî mîtînga Amedê bibin û wiha got: "Di 30'ê Îlonêde mîtînga ji bo Girtîgeha 5 Nolu bibe Muze tê lidarxtin. Em jî dê beşdar bibin û em bang li her kesî dikin ku beşdar bibin.

'BI XWÎNÊ Û GIRTINÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'

Li Êlihê jî çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 138'an de hate lidarxistin. Di çalakiê de dîsa endam û rêveberên şaredarî, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê Serokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Esat Altunişik anî ziman ku, heta niha hikûmet û dewletê ji bo çareseriyê tiştek nekiriye û wiha got: "2 roj berî li dijî BDP, ÎHD, KESK û çapemeniyê operasyon pêk hat û herî kêm 40 hevalên me hatin binçavkirin. Em dîsa bang dikin û dibêjin pirsgirêka kurd bi kuştin û tundiyê çareser nabe. Lazime berî her tiştî bi Bîrêz Ocalan re hevdîtin û muzakere dest pê bikin." Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

LI WANÊ MEŞ

Li Wanê jî di çarçoveya çalakiyên Pêncşema Reş de meş hate lidarxistin. Koma ku li ber avahiya Tum-Bel-Sena Wanê kom bûn, heta şaredariya Wanê meşiyan. Di meşê de parlementerê BDP'e yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê BDP'a Wanê

Yakup Ataş, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabri Abî, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Wanê nûnerên KESK'ê ÎHD û gelek kesên din tev li meşê bûn. Komê di meşê de dirûşme berz kirin. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer bal kişand ser gireva birçîbûnê ya li girtîgehan ku 16 rojin dest pê kiriye û wiha got: "16 rojin gireva birçîbûnê dest pê kiriye û vegeriya ye rojiya mirinê. Ji niha û şûnde her dem dibe ku agahiyên mirinê ji girtîgehan bên. Divê em hemû li vê têkoşîn û berxwedanê xwedî derkevin. Sibê em dê bi girseyî ji ber Konê BDP'ê heta Kolana Hunerê meşeke pêk bînin divê her kes ji bo Meşa Azadiyê kom bibe û piştgiriyê bidin meşê.

Li Qelqeliyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji endam û reveberên BDP'ê û şaredariyê bi heman armancê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Koma ku li ber şaredariyê kom bûn 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.