Di panela 'Mereşê' ya li Frankfûrtê de banga berxwedanê hat kirin

Li bajarê Frankfûrtê rojnamevan, nivîskar û hunermend li ser berxwedana li Teroyan axivîn.

Panela bi serenavê 'Li Mereşê Qirkirina Çandî û Xalîkirina Etnîkî' duh li bajarê Frankfûrtê hat lidarxistin. Rojnamevan û nivîskar Şukru Yildiz, Ozan Emekçî û Alî Koyluce weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Piştgiriya ji Ewropayê ya ji bo berxwedana Teroyan a li Mereşê, dewam dike. Li dû meş û çalakiyên protestoyî, duh li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê panelek hat lidarxistin. Di panela bi serenavê 'Li Mereşê Qirkirina Çandî û Xalîkirina Etnîkî' de rojnamevan, nivîskar û hunermend jî amade bûn.

Ozan Emekçî li panelê axivî û got, "Mereş bajarekî ji gelek nasnameyan pêk dihat, bû. Lê belê piştî polîtîkaya Tirkkirinê, lê wer hat ku nema bê naskirin. Li Mereşê êdî yan hûn ê Tirk an jî Misilman bin."

'DIVÊ HER KES XWE TEVLÎ BERXWEDANÊ BIKE'

Nivîskar Alî Koyluce got, "Vê kampê, dîroka hezar salî careke din anî bîra me. Tirs û fikarên ji ber xeteriya heyî, zêde dibin. Divê her kes tevlî berxwedanê bibin. Rewşa li vê derê, man û nemanê ya dîrokî ye."

...