Li Şirnex, Colemêrg, Wan, Mûş, Mêrdîn, Amed û gelek bajar û navçeyên din bigirseyî Nimêja Sivîl ya Înê hate kirin. Di nimêjên înê de bi kurdî weaz hatin dayîn û xwestin şerê li herêmê bi dawî bibe. Di nimêjê de banga tifaqî û yekîtiya gelê Kurd hate kirin. Dîsa ji bo mitîngên Gever, Qoser û Cizîrê banga tevlîbûnê hate kirin.
Li Şirnex û navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê wekî her car li heman qadan bi hezaran welatî li hev kom bûm û di Nimêja Sivîl ya Înê de ref girêdan. Li vir melayan li pêş girsê nimêj kir û beriya nimêjê weazên bi kurdî dan. Di weazan de li dijî şer û operasyonan û li dijî lînca li hemberî BDP'ê banga yekîtî û tifaqiyê hate kirin.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê û Navenda Sêrtê dîsa li heman qadan bi tevlîbûna hezaran kesan nimêj hate kirin. Li vir jî endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê amede bûn. Melayan li vir jî weazên kurdî dan û banga yekîtiyê hate kirin.
LI QOSER Û NIESÊBÎNÊ JÎ BI GIRSEYÎ NIMÊJ HATE KIRIN
Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê jî dîsa li heman qadan bi tevlîbûna hezaran kesan nimêj hate kirin. Li vir jî banga tevlîbûna mîtîngê hate kirin.
Li Amedê û navçeya Farqînê ya Amedê jî wekî her hefteyî li heman qadan nimêj hate kirin û banga tevlîbûna mîtîngan hate kirin. Li vir jî tecrîd û operasyon hatin şermezarkirin.
WAN
Weke her hefteyê vê hefteyê jî li Wanê nimêja Înê ya bê dewlet hate kirin. Nimêj bi beşdariya sedan welatiyan li înşata otoparka Şaredariya Wanê hate kirin. Wek her hefteyê welatî zêde tevlî nimêjê bûn û balê dikişîne ser xwe. Li gel bi sedan welatî Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên BDP’ê yê navend û navçeyan amade bûn. Di nimêjê da Mela Mecît Kiyat, weazên bi kurdî da banga azadiya welat, biratî û aşîtiyê kir. Kiyat xwest ku, bila şer û pevçûnê li heremê bi dawî bibe û jiyanek bi aşîtî û wekhevî di nav civakê de pêk were. Kiyat anî ziman ku, bila êdî xwîn ne rije û gelê Kurd jî azadiya xwe hembêz bikin. Piştî weazan bi sedan welatî li pey melê xwe rêz girt.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî ev heftê nimêja înê ji ber germa zêde li avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajêr hate kirin. Nimêja înê ku ji hêla Mele Fikri Turan, di nava wan de rêveberên BDP'ê ya bajêr, endamên meclîsa şaredariyê jî hebûn gelek hemwelatî beşdar bûn. Piştî xûtbeya hate xwendin hemwelatiyan nimêja înê kir.
MELEZGIR
Li Navçeya Melezgir ya Mûşê jî nimêja înê ya sivîl li avahiya rêxistina BDP'ê ya navçeyê hate kirin. Nimêja sivîl ji hêla Mela Nûrî Adiyaman ve hate kirin. Her wiha di nava wan de Cigirê Şaredarê Melezgirê Bûrhan Eren, rêveberên BDP'ê û gelek hemwelatî beşdarê nimêja sivîl bûn. Piştî weaza bi kurdî hate kirin, nimêja înê hate kirin.