Di nimêja Îna Sivîl de tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

Di nimêja Îna Sivîl de tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

Li Şirnex, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Amed, Manîsa, Mêrsîn û herêma Serhatê nimêjên înî hatin kirin û di nimêjan de banga operasyonên leşkerî bên rawestandin hate kirin.

Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Qoser, Nisêbîn, Cizîr Silopî, Bîsmîl, Farqîn, Melezgîrt, Bazîd û Mêrsînê Misirc, Wan, Colemêrg û Manîsaye bi hezaran welatî li hev kom bûn û tevlî Nimêja Înê ya Sivîl bûn. Li her navçe û bajarekî bi sedan kes li qadên her carê kom bûn û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girêdan. Endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî tevlî çalakiyên nimêjê bûn û bertekên xwe yên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî anîn ziman.

Li Êlihê bi sedan kes li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bûn û nimêj kirin. Li Amedê bi sedan kes li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî kom bûn û nimêj kirin. Li Farqînê bi sedan kes li ber Mala Şînê ya Navendî kom bûn û nimêj kirin. Li Bîsmîlê bi sedan kes li Parka Halîl Îbrahîm Oruç kom bûn û nimêj kirin. Li Cizîrê bi sedan kes li gel germa pir zêde li Parka Şaredariyê di bin siya daran de nimêj kirin. Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê kom bûn û ref girêdan. Li Rihayê bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Rihayê kom bûn û nimêj kirin. Li Sêrtê bi tevlêbûna rêveber û şaredarên Sêrtê yên BDP'î bi sedan kes li Parka Şaredariya Sêrtê kom bûn û ref girêdan.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi tevlîbûna sedan kesan nimêj li Navenda Çandê ya Mîttanî ya Parka 100. Yilê hate kirin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê nimêj li Mala Gel ya Şêx Davut Yalçinkaya hate kirin.

Li navçeya Misircê jî bi sedan kesên li avahiya BDP'ê ya Misircê kom bûn û nimêja xwe kirin. Li Hezexê Nimêja Înê bi tevlîbûna nêzî hezar kesan li Parka Aştiyê ya Hezexê hate kirin.

Li Wanê,, Colemêrgê û Melezgîrtê nimêj bi girseyî hate kirin. Li Navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi sedan kesên li Salona Konferansê ya Musa Anter kom bûn nimêj kirin. Li Mêrsînê jî be sedan kesên li seha Basketbolê ya Taxa Guneşê ya Navçeya Akdenîzê kom bûn di bin germahiya zêde de ref girêdan.

Di nêmijan de bal kişandin ser komkujiya Roboskiyê û banga yekîtiya kurdan hate kirin. Li gel vê yekê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûnê hate kirin.