'Di nêzîkatiya li hemberî Ocalan de cihê hiqûqa şer jî tune ye'

'Di nêzîkatiya li hemberî Ocalan de cihê hiqûqa şer jî tune ye'

43 jê girtî 50 kesên ku di navde 36 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hene dê di 16'ê tîrmehê de li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Çaglayanê bên darizandin. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojên borî rapora "Mafê parastinê û pîşeya parastinê tê darizandin" amade kirin. Parêzeran di paratinê de diyar kirin ku, di idîanameyê de têgehên "Bila Ocalan nebihîze, nefikire, hemû têkiliyên wî yên bi cîhanê re qut bibe " serdestin wiha gotin: "Ev hişmendî di hiqûqa şer de jî tune ye. Ev hiqûqek taybete. Sûcên xeyalî ji xwe re ava dikin. Di sala 1993’an di serdema Serokwezîr Tansu Çiller de 23 parêzer hatin girtin. Di 2011'an de di serdema Serokwezîr Erdogan de jî 36 parêzer hatin girtin.

Operasyonên di bin navê KCK'ê de li Tirkiyeyê di 14'ê nîzana 2009'an destpê kir. Van operasyonên bi navê "KCK"ê pêl bi pêl siyasetmedarên kurd û nûnerên gelê Kurd dan ber xwe û li girtîgehan kom kir. Di nava 3 salên dawî de zêdeyî 8 hezar siyasetmetarên Kurd ku di navde parlementer, şaredar û rêveberên BDP'ê, rojnameger, parêzer, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî hene hatin girtin. Di 22'ê mijdara 2011'an de jî di heman çarçoveyê de li dijî parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê operasyon pêk hat. Di vê operasyonê de jê 36 parêzer bi tevahî 43 kes hatin girtin. Derbarê 50 kesan de doz hate vekirin. 1'emîn rûniştina parêzeran dê di 16'ê Tîrmehê de li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Çaglayana Stenbolê dê bê dîtin.

Piştî girtina parêzeran 400 parêzeran parastina Ocalan danîn ser xwe û daxuyanî dan. Parezeran der barê operasyonê û pêkanînên li dijî mafê parastinê daxuyanî dan. Parêzeran Platforma Azadiya Parastinê ava kir. Platformê rapora mafê parasitnê û azadiya parastinê amade kir.

Hewldanên ji bo 36 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di bin navê operasyonên KCK'ê de hatin girtin bên berdan, rapor amade kir. Piştî operasyonên li hemberî parêzerên Ocalan gelek hevpîşeyên parêzerên Ocalan ketin nava tevgerê û bi şîara platforma ji bo parastinê azadî ava kirin. Parêzerên li ber edliya Bêşîktaşa Stenbolê lihev civiyan daxuyanî dan û bi çepikan girtina parêzeran şermezar kirin.

Parêzeran diyar kirin ku, tevî tu sûçê wan tune ye û nerevîne tu cihî jî li ser fermanda Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan 38 parêzer hatine girtin û wiha gotin: "Ji sala 1999'an heta niha li Îmraliyê di bin çavdêriyeke berfireh de hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên. Wekî ku ev pîlan ji berê de hatibe amadekirin hema hema tevahî parêzerên diçûn Îmraliyê hatin girtin. Ev jî têrê nekir hevpîşeyên me wekî endamên rêxistina çekdar hatin nîşandan. Ev yek tê wateya kemînê."

'BI DIJMIN RE HIQÛQA ŞER TÊ PÊKANÎN'

Parêzeran destnîşan kir ku, ew dê îtîrazî biryara girtina hevpîşeyên xwe bikin û wiha gotin: "Hevpîşeyên me bi sûçdariya hevdîtinan rûhev mane. Tu delîlên ku wan wekî sûçdar nîşan bide nîn in. Divê daraz wekî notera rêveberiyê nexebite û rêgezên hiqûqê esas bigire.

Parêzeran destnîşan dir ku di bin navê KCK'ê de bi biryara Dadgeha Rayeyên Taybet ê bi alî û girêdayî hikûmetê de siyasetmdar tên girtin lêpirsîn li gorî mijarên siyasî tên kirin.

'DI 1993'AN DE ÇILLER DI 2011'AN DE JÎ ERDOGAN PARÊZER GIRTIN

Parêzeran di parastina xwe de diyar kirin ku li Tirkiyeyê di sala 20117an de 41 parêzer hatin binçavkrin û 36 parêzer ji wan hatin girtin û wiha gotin: Di sala 1993(ah rde di serdema Serokwezîr Tansu Çiler de 23 parêzer hatin girtin. Di 2011'an de di serdema Serokwezîr Erdogan de jî 36 parêzer hatin girtin. Parêzeran di raporê de anîn ziman ku heta niha parêzerên ku parêzertiya Abdullah Ocalan dikin dozên 44 parêzeran bearet bûye û 5 doz ji ber dembori ketine û dozên 27 parêzeran jî hêj didomin.

'GIRTINA PARÊZERAN LÎSTIKA DEWLETÊ YE'

Îdîanameya 36 parêzer 43 girtî 50 kesên ku di 22'ê mijdara 2011'an de di operasyona li dijî parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin û doz hate vekirin hate amadekirin. Di operyonê de Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Cengîz Kapmaz, sekretera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Zeynep Arat û şofêrê buroyê Siddik Bal û Huseyîn Karasu. Parêzerên Baroya Stenbolê: Mehmet Sanî Kizilkaya, Huseyîn Çalişçi, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek, Mustafa Eraslan, Asya Ulker, Firat Aydinkaya, Umît Sîslîgun, Îrfan Dundar, Dogan Erbaş, Omer Guneş, Hatîce Korkut. Parêzrên Baroya Îzmîrê: Mehmet Bayaraktar, Nezahat Paşa Bayraktar, Servet Demîr, Mîzgîn Irgat. Parêzerê Baroya Qersê: Parlamenterê berê Mahmut Alinak hatibûn girtin.

Parêzeran di parastina xwe de anîn ziman ku di sala 1999'an heta niha hemû pevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê bi Ocalan re tên kirin di bin kontrol û venêrtina dewletê de pêk tên û ev yek lîstika dewletê ye.

Endamên Platforma ji Parastinê re Azadiyê, diyar kirin ku bi tevahî 41 parêzer girtî ne. Piştî Serokwezîr Erdogan parêzer hedef nîşan dan, parêzer hatin girtin. Çawa dibe ku parêzerên tenê di bin kontrola dozgerên bi rayeya taybet de hevdîtinan dikin tên girtin. Fermana Erdogan a siyasî heye. Parêzeran da zanîn ku di dîroka komarê de herî zêde niha parêzer hatine girtin û ev li dijî hiqûq û mafê parastinê êrîşek mezin û birinek kûre. Girtina van parêzeran li dijî peymana mafê parastinê ku Tirkiye imze kiriye. Tirkiye mafê azadiya parastinê îhlal dike.

'EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ PARÊZERAN E'

Parêzeran, destnîşan kir ku her çend êrîş û girtin parêzeran ji ber nasnameya wan a kurdbûnê û parêzertiya Ocalan be jî di encamê de êriş li dijî hemû parêzeran pêk hatiye û wiha berdewam kir: "Dîrok dê baroyên li hemberî vê êrîş û girtinê bêdeng mane efû neke. Êrîş di heman demê de li dijî çareseriya demokratîk a pirsgireka kurd e. Li dijî avakirina makeqanûna azad e. Li dijî maf û azadiya civakê ye. Li dijî peymanên navneteweyî ne. Yekîtiya Parêzerên Ewropayê, Parêzerên Demokrat ên Ewropayê û Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroya Ewropayê di 24'ê Çile Roja Parêzerên di Talûkeyê de îlan kirin." Em vê pêkanîna li dijî parêzeran şermezar dikin û dixwazin parêzerên girtî bên berdan.

'SÛCÊN XEYALÎ AVA DIKIN'

Parêzeran di raporê de da zanîn ku Dadgeha Bi Rayeya Giştî sûc û îdîanameya xeyalî ava kiriye û hemû dozên ku parêzeran şopandine li gorî hiqûq û zagonan in. Parêzeran, di raporê de destnîşan kir ku parêzerên dozên BDP'ê, rojnameger û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber têgehên 'gerilla' û "Brez Ocalan" hatin darizandin û li gorî peymana Lozanê ya hêjmar 39/5'an mafê wan hatiye binpêkirin.

Parêzeran di raporê de destnîşan kir ku darizandina wan li gori peymanên DMME û hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin û mafê wan ji destê wan hatiye girtin.

'ARMANCA SEREKE ASTENGKIRINA RAMANÊ BRÊZ OCALANE'

Parêzeran di berdewama raporê de da zanîn ku armanca girtina parêzeran a esasî astengkirina belavkirina fikr u ramanên Ocalan in û wiha berdewam kirin: "Bi vê yekê dixwazin fikrên Brêz Ocalan asteng bikin û Ocalan ji hemû cihahê qut bikin. Têkiliyên wî yên derve bi tevahî qut bikin. Ev binpêkirina Rêgezên Stantardên Leşkerî yên NY (BMASK) û îhlala Rêgezên Girtîgehên Ewropayê ne.

'BI VÊ DOZÊ AŞTÎ Û MAFÊ PARASTINÊ HATE BIRÎNDARKIRIN'

Parêzeran di berdewama raporê de da zanîn ku bi darizandina parêzeran aştî û mafê parastina azad tê darizandin û mafê azadiya parastinê tehdît dike. Ev bêaliya darazê û serxwebûna daraza Tirkiyeyê xera dike.