Di Newroza Stenbolê de daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo
Li Qada Yenîkapi ya Stenbolê di pîrozbahiya Newrozê de coş her kêlî zêde dibe. Bi deh hezaran kesî qad dagirtine. Daxwaza azadiya Rêber Apo li qadê bilind dibe.
Li Qada Yenîkapi ya Stenbolê di pîrozbahiya Newrozê de coş her kêlî zêde dibe. Bi deh hezaran kesî qad dagirtine. Daxwaza azadiya Rêber Apo li qadê bilind dibe.
Herikîna gel a ber bi qada pîrozbahiyê dewam dike. Bi destpêkirina bernameya pîrozbahiyê re dirûşma "Şehîd namirin" li qadê bilind bû.
Piştî ku koma dahol û zirneyê derkete ser dikê, girseya gel demeke dirêj govend gerand. Li qadê pankartên bi nivîsa "Emperyalîzm dijminê sereke ye, gel xwişk û birayê hev in" û "Bijî azadî, bimire koletî" hatin hildan.
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan ji girseya bi coş re axivîn.
Arîfe Çinar bal kişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê krîtîk in.
Arîfe Çinar diyar kir ku divê ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber bêne avêtin û Newroz li Rêber Apo pîroz kir.
Di dema axaftinan de tim û tim dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo hatin qîrîn.
Çinar Altan di axaftina xwe de bal kişand ser aştiyeke adil û azadiyê û destnîşan kir ku têkoşîn wê dewam bike.
Altan her wiha di serî de Rêber Apo ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî bang kir.
Di axaftinan de Mazlûm Dogan, Mahîr Çayan û Sirri Sureyya Onder hatin bîranîn.
DANEZAN: TI TARÎTÎ BÊDAWÎ NÎNE
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê bi hemû coşa xwe didome. Di pîrozbahiyê de danezana hevpar a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hate xwendin.
Di danezanê de gel hate silavkirin û Neroza hate pîrozkirin. Hat gotin ku Newroz, ne tenê hatina biharê lê di heman demê de serhildana li dijî zilmê, kedxwarî, zext û înkarê ye.
Bi domdarî îşaret bi şerên li Rojhilata Navîn û êrişên ser Rojava hate kirin û hate gotin ku pêdiviya vê xakê ne bi zêdetir bombebaran, gef û êrişan lê pêdiviya wê bi wekheviya gelan, aştî û azadiyê heye. Êrişên li dijî Sûriyeyê li dijî Elewiyan hatin bibîrxistin û hate gotin ku divê tu gel û bawerî nebin hedef û ew vê qebûl nakin. Her wiha bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û hate gotip ku ew li dijî êrişên ser têkoşîna hevpar, jiyana demokratîk a li ser bingeha weheviyê û azadiyê ne.
Hat destnîşankirin ku êrişên emperyalîst ên li dijî Îranê herêmê ber bi şerekî mezintir û bêîstiqrariyeke mezintir dibe. Bi domdarî wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn çareserî, di tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan, wekhevî û xwişk-biratî ye.”
Her wiha îşaret bi xizanî, kedxwarî, bêkarî, krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê hate kirin û hat gotin ku çavkaniyên cemaweriye pêşkeşî komeke sermayedar tên kirin. Bi domdarî zext, mudaxileyên li dijî îradeya gel, rejîma qeyûm û hwd. hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Demokrasî, naskirina îradeya gel, azadiya xwebirêxistinkirinê, hemwelatiya wekhev û parastina jiyana civakî ya li dijî rejîma zextê ye.”
Di danezanê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jnan û têkoşîna kedkar û karkeran ji hev cuda nînin û hate gotin ku dê serî li ber serweriya mêr, tundî, paşverûtî û polîtîkayên jiyana jinan dorpêç dikin netewînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tu tarîtî bêdawî nînin.”
Herî dawî jî wiha hate gotin: “Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq hilkirî îro rêya me ronî dike. Ev agir, li dijî şer aştiyê, li dijî kedxwariyê kedê, li dijî înkarê wekheviya gelan û li dijî paşverûtiyê jî agirê azadiyê ye. Em ê berxwedan û hêviya Newrozê mezin bikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”