Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin
Polîsên ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Daricayê de êrişî girseyê kirin, herî kêm 8 kes binçav kirin.
Polîsên ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Daricayê de êrişî girseyê kirin, herî kêm 8 kes binçav kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li Mîllet Bahçesî yê Daricayê yê li navçeya Darica ya Kocaeliyê, bi beşdariyekê girseyî Newroz pîroz kir.
Polîsan êrişî welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn qadê kir. Polîsan herî kêm 8 kes binçav kirin. Herwiha polîsan Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê Omer Yildiz jî derb kir. Yildiz di encama vê lêdanê de ji rûyê xwe birîndar bû.