Ji bo mezintirîn borûya gaza xwezayê ya cîhanê Nabuccoyê ya ku Asya û Ewropayê bi hev ve girêdide, êdî zingilên xeteriyê lêdixitin. Li aliyekê Rûsya û Çîn zextên li ser Tirkmenîstan û Azerbayncanê dişidînin, li aliyeke din jî şerê li Kurdistanê, lihevnekirina Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ji ber van sedema ji bo Nabuccoyê projeyek nû di dewrê de ye.
Di 10’ê cotmeha 2002 de, bi boneya rojbûna bestevanê navdar Giuseppe Verdi, li pateyxta Awisturya Viyanayê li salona operayê pêşandanek taybet hat lidarxistin. Lîstoka Vivaldi ya beriya 153 salan a bi navê “Nabucco” hat nîşandan. Di nava temaşevanên ku vê lîstoka jiyana qiralê Babîlê Nebukadnezar vedibêje de hin mêvanên taybet hebûn.
Nunerên şîrketên Botaş (Tirkiye) Bulgargaz (Bûlgarîstan), Transgaz (Romanya), MOL (Macerîstan) û OMV Erdgas (Awisturya) piştî temeşayê vê lîstokê kirin, di 11’ê cotmeha 2002 de li hev civiyan û navê “Nabucco” li vê projeyê kirin.
Van şîrketên enerjiyê, di sala 2004 de bi navê "Nabucco International Company" şîrketek ava kirin û piştre şîrketa RWE ya Almanyayê jî tevil bû. Şîrketa Navneteweyî ya Nabuccoyê, bi salane, bê deng û bê pêjin kar û xebatên xwe didomîne. Lê di şeva serala 2005 bi 2006 ve girêda, sûrprîzek pir sar ji Ewropayê re hat. Ji ber ku Ûkraynayê nekarî 2,5 milyar dolar deynê xwe yê gazê bide, rêveberiya Pûtîn (Rûsya) vanayên petrolê girtin.
Gaza Rûsan bi rêya Ûkraynayê ji Ewropayê re dihat. Piştî ku ev vana bi rojan hate girtin, Ewropayê êdî dersek baş girtibû; ew jî ew bû ku avakirina korîdorek a gazê ya alternatîfek a gaza xwezayî ya Rûsyayê bû. Yekitiya Ewropayê ji bo Nabuccoyê bixe meriyetê zend û bendan bada.
NAVENDA XETÊ KURDISTAN E
Di çarçoveya projeyê de dê gaza welatên Kafkasyayê û Herêma Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê bikiribana yek û dê bi boriya 3300 km dirêj, 31 milyar kubîkmetreyê gaz bikişandana Rojavayê Ewropayê. Ev proje jî di hat wê wateyê ku êdî karta enerjiyê ya ku her tim Moskow li hemberî Ewropayê bi kar dianî, êdî i destê wê derdikeve.
Piştî Moskowê xeteriya Nabuccoyê dît, wê jî zend û bendên xwe bada. Rêveberiya Pûtîn, bi taybet ji bo bi şîrketên Ewropa re peymanan mor neke, zextên dijwar li yek ji rezerveyên girîng ên gazê Tirkmenîstanê kir. Piştî Rûsyayê, Çîn jî ket dewrê û gotin; “Pêşî tu yê bidî me” û li Tirkmenîstanê boriyên xwe danîn. Dîsa astengiyek li pêjiya projeyê mafê karanîna Deryaya Qezwînên (Hezar) bû.
Li hemberî van lîstokên Çîn û Rûsyayê, YE jî dest bi hewldanan kir. Komîsyoan YE’yê şêwirmendê şîrketa Gurbanguly Berdymuchammedow û wezîrê derve yê Alman ê berê, Joshka Fischer ji bo nunertiya Nabuccoyê şand û dest bi dîplomasiyên xurt kir. Pîşandina Fischer ji bo vê wezîfeyê ne tesedûf bû. Ji ber ku di polîtîkayên Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn de xwedî ceribandin û ezmûnan bû. Bi hewldanên YE’yê Azerbaycan û Herêma Kurdistanê ji bo Nabuccoyê ronahiyên kesk vêxistin.
Li Macerîstanê dest bi danîna boruya xetê hate kirin. Astengiyên nû derdiketin pêşiya projeyê. Rêveberê Giştî yê şîrketa Nabuccoyê Reinhard Mitschek goitbû; "Bihaya projeyê pir zêde ye, divê em her tiştê bihizin." Piştre, destpêkê gotin dê bihayê Nabuccoyê 8 milyar Euro be, lê fatûraya dawî ya Nabuccoyê; 14 Milyar Euro bû. Her wiha hatibû gotin; “Dê di sala 2014 de boruya Nabuccoyê xwe bigihîne welatên Ewropayê.” Lê dîroka niha ya xweşbîn: 2017 ye.
BP: PLANA NABUCCOYÊ JI BÎR BIKIN
Lê tevlîheviya di navbera şîrketên Ewropayê re jî didomin. Di konferansa bi navê “Gaz û Azerbaycan” a li Berlînê li dar ket de, şefê şîrketa mezin a petrolê ya Îngilîz BP’ê, Ian Conn destnîşan kiribû ku projeya Nabuccoyê diçe sergoyê. Conn got ku êdî tu şansê Nabuccoyê nemaye û got ku lê ew dest ji gaza Azarbaycanê bernadin.
Projeya BP’ya Înglîz, RWE’ya Alman û OMV’ya Awisturya li pey ketine, di rastiyê de Nabuccoyek biçûk e.Li Kurdistanê ji ber zêdebûn şer, dîsa aloziya di navbera Iraq û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de, xeta Kurdistanê niha hat jibîrkirin. Dê niha, tenê gaza Azerbaycanê di bin Deryaya Reş re, li ser sînorê Tirkiye-Bûlgarîstanê re bigihînin Ewropayê. Niyeta hikûmeta Tirk ew e ku bi Bakuyê re li hev bike, petrolê erzan jê bikire û bi biha bifiroşe Ewropayê.
Ewropa niha dixwaze xwe bi temamî ji santralên nuleerî yên enerjiyê rizgar bike, ji ber wê jî her roja ku diçe zêdeti pêwîstiya wê bi enerjiyê çêdibe. Ji ber vê sedemê Nabucco êdî bûye movika pişta Ewropayê. Ji ber serdestiya Rûsya-Çîn a li ser Kafkasyayê, aloziya bi Îranê re, nezelaliya rewşa Başûrê Kurdistan û Iraqê, Ewropa careke din dibe mekhûmê rêveberiya Pûtîn.