Di MPKE’yê de eleqeya mezin a ji bo PYD û muxalefeta hundir

Di MPKE’yê de eleqeya mezin a ji bo PYD û muxalefeta hundir

Ji Komîteya Koordînasyona Ji bo Guhertina Demokratîk ku muxalefeta hundir a Sûriyeyê temsîl dike û PYD jî di nav de, Hasan Alî Mohammad ku li Meclisa Parlamenterê Konseya Ewropa (MPKE) hevdîtinan pêk tîne, diyar kir ku hevdîtinên gelek girîng pêk anîne.

Li ser navê Komîteya Koordîasyonê ku tevî PYD’ê 4 partiyên kurd û partiyên Ereb, xiristiyan û çepgir jî di nav de bi giştî ji 11 organîzasyonan pêk tê, Hasan Alî Muhammed da zanîn ku hevdîtinên gelek girîng pêk anîne û wiha got: “Di mijarên wekr pozîsyona kurdan, daxwazên wan, rewşa muxalefeta derve û hundir, pêkanînên desthilatdariyê de me muxatabên xwe agahdar kir. Em bi muxatabên xwe re li gelek cihan di heman fikrî de bûn. Ev jî têkiliya me dê hêsantir bike.”

Tevî serokê komîsyona karê hiqûqî û siyasî ya berpirsê têkiliyên MPKE û raportorê Suriyeyê Pîetro Marcenaro, Seroka Koma Lîberal Anne Braseur û heyetên Luksembourg, Holanda, Swêd, Îrlanda, Norveç, Rusya û Îngîlîstanê jî hebû. Muhammed diyar kir vê koordînasyonê hevdîtinên gelek girîng pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Di mijarên wekî redkirina pevçûnên navxweyî, pêkanîna biryarên NY’yê, wekheviya jin û mêr, laîkbûn, pirnasnamebûna Suriyeyê û jib o mafê xweseriya demokratîk a kurdan riayet kirin û gelek mijarên din de di nava nêzîkatiyeke rêzegî de ne” û got ku ew dixwazin ku Konseya Ewropayê jî di nav de gelek saziyên navnetewî û dewlet divê li hemberî vê rêzdar bin.

Muhammed destnîşan kir ku gelê kurd rewşeke fîîlî dijî û got ku ew wekî gel dev ji mafên xwe yên azadiya kolektîf bernadin û got ku di hevdîtinên ku kirine de heta dawiyê dê ber xwe bidin.

Muhammed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Partiyên kurd, bi dirûşima‘Ji bo Suriyeyê Demokrasî û ji bo Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk’ tevdigerin. Me di hevdîtinên xwe yên 3 rojan de meseleya jinê, mijara kêmarên li Suriyeyê, çavderiya demokrasiyê û cihê aliyên îslama radîkal de jî muxatab dîtin. Xebatên me yên ji bo vê jî dê ji vir şûnde bidomin.”