Di mitînga Elewiyan li Enqereyê li nokteya polîsan ya lêgerînê de, demek kurt pevçûnê rû da.
Bi hezaran kesên li Gara Enqereyê kombûn, ber bi Qada Sihhiyeyê ketin meşê. Dema ku polîsan xwest xwepêşandana li nokteya lêgerînê li ser bedena wan lêgerînê bike, li korteja ESP’ê demek kurt li gel polîsan nîqaş derket. Piştre polîsan bi gaza bîberê êrîşî girseyê kir. Êrîşa polîsan bû sedema pevçûnek dem kurt. ESP’iyan benda polîsan rûxand û derbazî qada mitîngê bûn.