Di meşa mehekê de çi hat serê Savda?

Di meşa mehekê de çi hat serê Savda?

Halîl Savda ji ber ku baweriya wî ne mîlîtarîzmê, bi rêbazên aştiyê hebû mafê xwe yê reda wîjdanî bi kar anî, ya rast şervanekî ku ji bo mafê xwe bi kar bîne şer kir. Ev demeke meşa ‘ji Roboskê ber bi Enqereyê ve’ daye destpêkirin. Meha pêşî ya meşê êdî temam dike. Savda di rê de li welatiyên tirk û kurd yên ku dît hemû aştî dixwestin. Heta ku duh li Osmaniyeyê rastî êrîşê hat.

Em bi redkarê wijdanî Halîl Savda re meşa wî ya ku roja 1’ê îlonê dabû destpêkirin û êrîşa li hemberî wî ya li Osmaniyeyê axivî…

GER OSMANIYA HESAS BE, ŞIRNEX JÎ HESASE

Halîl Savda da zanîn ku li Osmaniyeyê li navçeya Bahçe polîsan ew dane rawedtandin û wiha got: “Em ji Osmaniyê ji Girê Nurdagê ketin rê. Nîvro em çûn navçeya Bahçe. Polîsên sivîl rê li me girtin. Gotin em ji midûriyeta polîsan in. Yekî xwe wekî wekîlê midûrê polîsan da nasîn. Ligel me israr kir navê xwe negot û got hun nekarin li sînorê Osmaniyeyê bimeşin. Got; ev biryara walî ye. Li navçeyê hesasiyet heye. Ji ber wê em destûrê nadin. Ji me re gotin hun li pey provakasyonê ne. Me jî got ger li Osmaniyê hesasiyet hebe, li Şirnex, Dîlok û Rihayê jî hesasiyet heye û em meşiyan.”

EM BI ZORÊ JI BAJAR DERXISTIN

Savda got nîqaş demekê berdewam kir û wiha got: “Me got hesasiyeta welat pevçûn e, şer e. Me got pêkanînên dewletê û israra dewletê hesasiyetê bi xwe re tîne. Me got em meşa xwe didomînin. Me diyar kir ku ev helwesta we jî helwesteke nîjadperest- faşîzane.”

Savda wiha got: “Me dest bi çalakiya runiştinê kir û polîsan êrîşê me kirin. Bi ling û destê me girtin. Em bi zorê avêtin otobusên hêzên çevîk. Piştre destê me kelepçe kirin. Îşkenceyê 5 saetan berdewam kir. Em nebirin midûriyeta polîsan ne jî dozgeriyê. Em derxistin derveyê sînor û em ji wesayîtê derxistin. Ji me re gotin gotin hun li vir nekarin aştiyê bixwazin. Hin hevalên me hatin derbkirin. Di milê min de jî cihên reş û şîn bûne”

ÇI DÎT?

Savda got ku meş dê di navbera 20-21’ê de bi dawî be û diyar kir ku ji bilî rayedarên dewletê, ji hemû navçe, bajarok û gundan eleqeyek mezin dîtine. Savda wiha got: “Me li Bêcu dest bi meşê kir. Eleqeya ku me li wir dît, me li her derê dît. Em bi malbatên kurd, ereb û tirk re hatin rû hev. Me çîrokên wan guhdarî kir. Çîrokên kurdan zindîtir bûn.”

Savda diyar kir ku dema li Pirsûsê bûn cenazeyek gerîlayan hatibû û wiha pê de çû: “Merasîma cenazeya gerîla hebû. Em tevli bûn. Me dayik û xizmên gerîla dît. Di wesayîtê de bûn. Ligel ku êşa wan mezin bû jî ji wesayitê derketin û hatin em hembêz kirin. Em giringiyê didin hestên dayikekê. Ev geşedaneke ku meşa me watedar dikir bû pêk hat.

Me di rê de leşker û cerdevan jî dît. Wan jî got em ne ligel şer in. Mînak beşeke bajarokên di navbera Bêcû û Şirnexê de cerdevan in. Wan jî got em aştiyê dixwazin. Leşkeran jî nûqteyên kontrolê de digotin em aştiyê dixwazin.

Savda destnîşan kir ku li Dîlokê bo aştiyê meşiyane û wiha got: “Me bi tirkmenan re sohbet ki. Ji bo me dua kirin. Wan jî got em ji ber şer westiyane. Dîsa em li Dîlokê bûn mîvanên gundiyên ereb. Gundê Kapakli bû. Nêzî Rihayê bû. Em bi duayan pêşwazî kirin. Pir jidil bûn.”

Savda di berdewamiya axaftina xwe de got; “Me di rê de midûrekî şîrketa înşatê yê ji Meletiyê ku tirk bû re dîalog danî. Sifre ji me re danî. Em 3 saetan runiştin. Ew jî bi gazinc bû. “

Savda di dawiyê de wiha got: “Divê çapemeniya tirk pêngavên ji bo aştiyê tên avêtin bibîne. Weşanên mezin mixabin hewldanên bo aştiyê nabîne. Di demên dawî polîtîkayên dijwar yê hikûmetê hene. Ev pêvajoya şer diafirîne. Divê em dengê xwe bilind bikin. Em hêvîdar in dê çapemeniya alîgir vê feraseta xwe biguhere.