Di lêpirsîna 28'ê Sibatê de Korgeneral Orhon hate girtin

Di lêpirsîna 28'ê Sibatê de Korgeneral Orhon hate girtin

Korgeneralê teqawîtbûyî Kamûran Orhon yê ku di lêpirsîna 28'ê Sibatê de îfade dabû û ji aliyê dadgeha nobedar serbest hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate girtin.

Orhonê ku anîn Edlîyeya Enqereyê îfade da heyeta 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê. Dadgeh biryara girtina Orhon da û wî şand girtîgehê. Orhon 28'ê Gulanê de îfade dabû dozgeriya ku lêpirsîna 28'ê Sibatê dimeşîne û ji aliyê dadgeha nobedar serbest hatibû berdan.