Di kongreya OHD’ê de nerazîbûna li hemberî tecrîda Îmraliyê

Di Kongreya Asayî ya 2’emîn a OHD’ê ya Şaxa Rihayê de, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan û hate gotin “Tecrîd li jiyanê belav bûye.”

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê Kongreya xwe ya Asayî ya 2’emîn li dar xist. Li eywana konferansê pankartên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye”, “Ji bo civakek azad û demokratîk hûqûqa azadîxwaz", "Girtiyên nexweş berdin” û “Li dijî kedxwarî, tundî û newekheviyê bijî têkoşîna jinan” hatibûn daliqandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Rihayê, rêveberên Hewldana 78’an, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Endezyarên Madenê yên Tirk (TMMOB), Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Malbata Şenyaşar û gelek kesên din tevlî kongreye bûn. 

Kongre, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona li ser xebatên Şaxa OHD’a Rihayê hate nîşandan. 

Alî Arslan ê OHD’î ku di dîwanê de cih digirt bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li tu deverekê cîhanê sepana tecrîdê nîne. Vê rewşê êdî mînaka Guantanamoyê jî derbas kir. Em OHD’a Rihayê me ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) da. Lê hêj bersivek nehatiye dayîn. Divê rojeva sereke ya TBB û Baroya Rihayê bibe bidawîkirina vê bêhiqûqiyê.”

Piştre jî Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat axivî. Halat, da zanîn ew dijî binpêkirina mafan e û wiha domand: “Ev sekna me wê her tim bidome. Weke civak em di pêvajoyeke zehmet de ne. Li rexekî tecrîd, zext û tundî, li rexa din jî nenaskirina qanûnan. Di rewşeke wiha de piştevanî û têkoşîn pir girîng e. Bi tecrîdê re heqîqet tê parçekirin û civakîbûn tê hilweşandin. Di her qada jiyana me de tecrîd heye, li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û tundiya darazê tê kirin. Di demeke ku bêhiqûqî ewqas jirêzê tên hesibandin, em OHD’ê em ê her tim li dijî van kirinan bin.”

Piştî axaftinan jî rêveberiya nû hate hilbijartin. Di dengdayînê de hevserokên heyî Îbrahîm Halîl Oyke û Meral Halat dîsa hatin hilbijartin.