Di kongerya Partiya Çepgir de standa îmzeyên ji bo Ocalan

Di kongerya Partiya Çepgir de standa îmzeyên ji bo Ocalan

Di kongreya eyaletê ya Partiya Çepgir a Alman (Die Linke) de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vekirin û bi sedan îmze hatin berhevkirin.

5’emîn Kongreya Partiya Çepgir a Eyaleta Hessen li bajarê Frankfurtê pêk hat. Di kongreyê de nêzî 300 kes beşdar bûn. Di kongreyê de ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin û nêzî 200 îmze hatin berhevkirin.

Di kongreyê de xebatên du salan hatin nirxandin û rêveberiya ji 25 kesan hate sazkirin.

Emîne Pektaşa Kurd jî di rêveberiyê de cih digire. Pektaş Beredevka Komleya Têkiliyên Derve ya Hanauyê ye jî. Pektaş got ku ew ê ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ji parlementer û kesayetên girîng îmze berhev bike û ji Komîyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal re bişîne.