Di Girtîgeha Tekîrdagê de îşkence bi dawî nabin

Di Girtîgeha Tekîrdagê de îşkence bi dawî nabin

Di Girtîgeha Tekîrdagê de binpêkirinên mafan, zext û îşkence bi dawî nabe. Herî dawî, du bûyerên dawiyê nîşan didin ku îşkence gihiştiye astek tirsnak. Rêveberiya girtîgehê, nivîsa “BÎKKE” ya li ser t-shirtê girtiyê siyasî yê bi navê Bariş Şahbudak weke “PÎKKE” xwend û bi hinceta “propagandaya rêxistinê dike” 20 roj cezayê huncreyê li wî birî. Girtiyek din ê bi navê Îlhamî Ozagir yê ku platîn di lingê wî de heye, di her carekê de bi hinceta “tiştek metal pêre heye” tê tazîkirin û lêgerîn tê kirin. Ozagir nekarî xwe li ber vê îşkenceyê bigire û ji bijîşkên girtîgehê xwest ku platîna di lingê wî de derbixin.

Li ser t-shirtê girtiyê siyasî Bariş Budak ê di girtîgeha Tekîrdag a bi hejmara 2 de “BÎKKE” dinivîsand, lê ji ber her tim dihat şûştin, rêveberiya girtîgehê tîpa “B” weke “P” xwend û bi hinceta “propagandaya rêxistinê dike” 20 roj cezayê huncreyê li wî birî.

Parêzerê Bûdak, Huseyîn Bogatekîn got; “Rewşa aborî ya miwekîlê min Bariş Şahbudak zêde baş nîne. Her tim heman t-shirt lix we dike, ji neçarî her tim dişû û careke din li xwe dike. Lê li ser t-shirtê wî “BÎKKE” nivîsandibû. Ji ber şuştunê tîpa “B” veguheriye “P”. rêveberiya girtîgehê tîpa “B” weke “P” xwend û bi hinceta “propagandaya rêxistinê dike” 20 roj cezayê huncreyê li wî birî.” Parêzer Bogatekîn da zanîn ku mafê îtîrazê yê miwekîlê wî jî hatiye astengkirin.

Bûyerek din a sosret, hate serê girtiyê siyasî yê bi navê Îlhamî Ozagir. Prz. Bogatekîn da zanîn ku beriya Ozagir bikeve girtîgehê platîn di lingê wî de hebû û got; “ji bo vê jî rapora bijîşk heye. Lê di her ketin û derketinê de cîhaza x-ray alarimê dide, ji ber wê jî miwekîlê min her carek tê tazîkirin û lêgerîn li ser wî pêk tînin. Lê êdî xwe li ber vê yekê negirt, her çendî pêşbîniya seqetbûnê jî heye, lê Ozagir ji bijîşkê girtîgehê xwestiye platînê ji lingê wî derbixe. Em niha li benda encamê ne.”

Bogatekîn da zanîn ku di van demên dawiyê de zextên girtîgehê gihiştine astek pir bilind û bal kişand ku rêveberiya girtîgehê mafên girtî û hikûmxwariyan bin pê dike.