Di doza şîkeyê de ji bo girtiya biryara tehliyeyê

Di doza şîkeyê de ji bo girtiya biryara tehliyeyê

Doza Şîkeyê ya 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a rayeya taybet a Stenbolê pêk hat bi encam bû. Dadgehê di wan de serokê Fenerbahçê Azîz Yidirim jî hebû ji bo hemû girtiyan biryara tehliyeyê da.

16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a rayeya taybet a Stenbolê di doza ‘Di futbolê de şîke’ biryar da. Der barê gelek kesên di dozê dihatin darizandin de cezayê pere û girtîgehê hate dayîn û dadgehê pêvajoya girtina wan li ber çavan girt û ji bo hemû girtiyan biryara tehliyeyê da.

Li gorî vê ji bo hin kesên di dozê de dihatin darizandin ev ceza hatn dayîn:

Ji bo serokê Fenerbahçeyê Azîz Yildirim: Ji ber sûcê ku ‘rêxistin avakiriye’ 2 sal û 6 meh, ji ber ‘şîke û teşvîkê’ 3 sal û 9 meh û mîlyonek cezayê pere hate dayîn.

Ji bo Teknîk Dîrektor Bulent Uygun: Ji sûcê ‘rêxistinê’ berat, ji sûcê ‘teşvîkê’ 11 meh û 7 roj girtîgeh û 125 hezar TL pere.

Ji bo rêveberê Fenebahçeyê Şekîp Mosturoglu: salek û 10 meh û 10 rojan cezayê girtîgehê.

Ji bo futbolbaz Îbrahîm Akin: Bi hinceta k udi maçên Fenerbahçe, Beşîktaş û Trabzonê de şîke kiriye salek û 6 meh cezayê girtîgehê.

Ji bo Olgun Peker: ji ber gefxwarinê 2 sal û mehek cezayê girtîgehê.

Ji bo serokê Beşîktaşê Serdar Adali: salek û 3 meh cezayê girtîgehê.

Serokê dadgehê Mehmet Ekîncî wiha got: “Em di vê pêvajoya darizandinê de pir xebitin. Dadgerên me j imin zêdetir ked da. Keda wan mezin bû. me jî ev danişîn îdare kir. me hemû çalakiyên bersûcan lêpirsîn kir. Ez hêvîdarim kum e şaşiyek nekiribe. Ger ku me kiribe jî riyên vê yên qanûnî hene.”