Di doza kuştina gundiyan de 2 sal in keşif nayê kirin

Di doza kuştina gundiyan de 2 sal in keşif nayê kirin

Beriya du salan li navçeya Hassa ya Hatayê leşkerên bi navê A.B., M.K. û C.K ku gotin “qey PKK’yî” ve 2 gundî hatin kuştin. Her çendî leşkerên kujer ji daxwaza cezayê muebetê tên darizandin, lê heta niha ji xwe re serbest digerin. Doz jî di cihê xwe de maye. Sedema vê jî sedema wê jî ew ku li cihê bûyerê bi hinceta “ewlekariyê” keşf nayê kirin.

Di 28’ê hezîrana 2010 de Geliyê Şekerim ê gundê Dedemlî yê navçeya Hassa ya Hatayê, leşekrên bi navê A.B., M.K. û C.K gulle li gundiyan reşandin û di encamê de gundiyên bi navê Musatafa Fîl û Alî Dalmiş jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Mustafa Sak jî birîndar bû.

Bi daxwaza cezayê muebetê doz li leşkerên bersuc li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hate vkeirin. Leşkerên bersuc ên ku bi awayeke negirtî tên darizandin, neanîn dadgehê jî.

JI MESAFEYEK NÊZÎK GULE REŞANDIN

Parêzerê Alî Dalmişê hate kuştin Taylan Ozgur Eker got; “Ji bo vê dozê heta niha tu pêşketinek çênebeûy. Dûniştina 4’emîn di 6’ê berfanbarê (kanûn) de ye. Em ê di vê rûniştinê de daxwaza keşfê bikin. Heta keşf neyê kirin, divê ev doz jî neyê bidawîkirin.”

Eker wiha axivî; “Ji bo keşif bê kirin, dadgeh ji cendirmeyê re nivîs dinivîsîne, lê di her carekê de cendirme dibêjin li cihê bûyerê an jî derdora wê operasyon hene û vê daxwazê red dikin. Divê cihê bûyerê bê dîtin. Bersuc dibêjin ku gava wan gulle reşandine, hewa mij bû, wana nedidît, em jî dixwazin çeperên wan bibînin. Bi ya me pir nêzî gulle li wan hatiye reşandin û li ser kincên wan şopên barûtê hebûn. Ev yek jî nîşan dide ku ji nêzîk ve gulle lê reşandine. Divê bersuc bi awayek girtî bên darizandin.”

DIVÊ BERSUC BI AWAYEK GIRTÎ BÊN DARIZANDINÛ

Parêzerê Mustafa Fîlê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Alî Habîb jî diyar kir ku her çendî daxwaza wan a keşifê hatiye qebûlkirin, lê ev du sal in keşif nehatiye kirin û xwest kefiş di demek pir zû de bê kirin. Habîb bal kişand ku ger keşif pêk hat, ev doz jî dê pêş ve biçe û xwest bersuc bi awayeke girtî di dadgehê de bêne darizandin.