Di doza Kobanê de daxwaza berdana dîlgirtiyan hate redkirin

Heyeta dadgehê di Doza Kobanê de daxwaza berdanê red kir.

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî di nav de 108 kes têne darizandin ku 18 ji wan girtî ne, rûniştina 25'an li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat.

Dadgehê daxwaza berdana dîlgirtiyan red kir û têkildarî Sirri Sureyya Onder ê ku bû wekîl, biryar da ku li ser daxwaza rakirina biryara kontrola edlî û darizandinê, nivîs ji meclîsê re bê nivîsandin. Biryar hate dayin ku bê pirsîn bê Onder wekîl e yan na û li gorî bersivê daxwaz bê nirxandin.

Rûniştina bê ya Doza Kobanê wê di 3'ê Tîrmehê de pêk were.