Di Doza KCK’ê ya sereke ya Stenbolê ku li Sîlîvreyê pêk tê de parêzer rastî êrîşa bi robokop hatin.
Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku jê 124 girtî bi giştî 205 kes tên darizandin li 15’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Stenbolê ya Kampusa Saziyên Înfazê ya Cezayê ya Sîlîvreyê dest pê kir.
Parêzer Ercan Kanar ji ber ku mafê parastinê ya muwekîlê xwe parast, hewl hate dayîn ku ji dadgehê bên menkirin û piştî vê parêzeran dest bi çalakiya runiştinê kir. Dîwana dadgehê jî ji salonê derketibû. Parêzerên bertek nîşanê astengkirina mafê parastinê kirin rastî êrîşa robokop hatin. Aloziya li salona dadgehê didome.