Di rûniştina 193 siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya KCK'e ya Stenbolê tên darizandin de, parêzerên siyasetmedaran ji ber ku dîwana dadgehê mafê parastina zimanê zikmakî ya muwekilên wan qebûl nekir, ji salona dadgehê derketin.
Di 1'emîn Rûniştina doza 193 kesên li Stenbolê di operasyona "KCK'ê" de hatin binçavkirin û girtin û di nav de Endama Komîsyona Makezagonê û Endama Meclîsa BDP'ê Prof.Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Ayşe Berktay, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Mustafa Avci, Nivîskar Ragîp Zarakolu û Edîtorê Rojnameya Gundemê Kazim Şeker jî hene parêzeran ji ber ku parastin kurdî nehat qebûlkmirin salon terk kir. Yekemîn rûniştina 140 jê girtî 193 kesên ku bi îdîaya "Endamê Rexistinê ne" û "Rêveberê rêxistinê ne" li salona Saziya Înfazê ya Ceza ya Sîlîvriyê dest pê kir.
Rûniştina ku ji aliyê 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve tê meşandin li gel Ersanli 51 kes bi îdîaya "Rêveberê rêxistinê" 142 kes jî bi îdîaya "endamê rêxistinê" tên tawanbarkirin. Doza ku Alî Durç bersucê ewil derbas dibe, der barê 23 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Dozya 15 kesên li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya "fermana rêxistinê belav kirine" dihatin darizandin û doza Ersanli kirin yek. Di rûniştina doza sereke ya KCK'ê de parêzerên siyasetmedarên kurd ji ber mafê parastina zimanê zikmakî ya muwekilê wan nehat qebûlkirin salona dadgehê terk kirin.
Di 1'emîn Rûniştina doza KCK'ê de ewil Endame Meclîsa BDP'e Hasan Ozguneş bi kurdî xwest parastinê bike. Ozguneş, anî ziman ku ji ber rûniştina wan di roja 2'ê Tîrmehê salvegera komkujiya Sêwasê de pêk tê cilên xwe reş girêdane. Ozguneş, anî ziman ku bi salan ji bo kurdan got kesên li çiyê li ser berfê dimeşin û ji wan de dibêjin kart-kurt. Ozguneş, da zanîn ku dîrok, çand, ziman û nasnameya wan asimile kirin û wiha got: "Pişavtin sûcê mirovan e. Ji bo bo gelekî ziman, nasname, çand û dîrok hebûna wî ya pîroz e. Em ji bo kurdî wekî zimanê nayê zanîn qebûl nakin. Divê ev ziman bê bi navkirin û inkara 80 salan êdî bi dawî bibe. Ji bo zimanê kurdan ê bazirganiyê jî qedexe hatin danîn. Hêj înkara li ser ziman, nasname û çanda kurdan berdewam dike. Dibêjin ji bilî mala xwe li tu deveran neaxivin. Zimanê me û çanda me heta 10 hezar salan dirêj dibe û bi kok e. Em dixwazin parastina kurdî bê qebûl kirin.
Prz. Firat Epozdemîr jî anî ziman ku redkirina parastina zimanê kurdî li dijî heqûq û edaletê û mafan e û wiha got: "Ev feraseta 12'ê Îlonê ye. Digotin bi tirkî bi axive pir biaxive. Divê mafê parastinê bê qebûlkirin. Prz. Adem Çalişçi jî anî ziman ku guhdarkirina avahiyen BDP'e û delîlên di îdîanameyê de hatine bicih kirin li dijî hiqûqê ye.
Prz. Ercan Kanar jî anî ziman ku îdîaname li ser daxwaza hêzên siyasî hatiye amadekirin û li dijî hiqûqê ye. Kanar, anî ziman ku biryara dadgeh niha bide dê xuya bike ku daraz çiqas ji siyasetê serbixwe ye ya na. Kanar, bilêv kir ku armanca sereke ya dozê mafê kurdan red bike û înkar bike û bi politîkayên înkar û îmhayê pirsgirêka kurd çareser bike."
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, jî anî zimn ku ev îdîanameya hatiye amadekirin formalîte ye û wiha got: "Komara Tirkiyeyê li ser tirsê hatiye avakirin. Hûn tu kes zoriya kurdbûna me nizanin. Ger hûn kurd bin divê hûn li hemberî hemû zext û zordariyê û neheqiyê derkevin. Divê li dijî bêedaletiyê edaletê û aştiyê bixwazin. Ji bo ku edalet û aştiyê dixwazin bi salan temenê xwe li girtîgehê derbas dikin. Piştî Dadgehên Îstîklalê bi navên cuda dadgeh hatin avakirin û niha ji Dadgeha Bi Rayeya Taybet (OYM) hatin avakirin." Aktar, "BDP partiyek siyasî ye. Lê li wê tevlêbûna şînê, taziyeyan û şahiyan qedexe ye."
Heyeta dadgehê piştî axaftina dozger navber da rûniştinê. Dozger Ramazan Saban, daxwaza parêzeran red kir. Heyetê piştî navberê biryar aşkere kir. Serokê Heyeta Dadgehê anî zimanku ev doz ne doza darizandina BDP'ê kurdan û kurdî ye û ji doza PKK'ê tên darizandin.
GER KU BI TIRKÎ BIZANE MAFÊ PARASTINA KURDÝ TUNE
Dîwana dadgehê bi hinceta bersûc dikarin daxwaz û pirsgirêkên xwe bi tirkî bînin ziman daxwaza parastina kurdî ya siyasetmedarên kurd red kir. Serokê Heyetê peymana Lozanê bibîrxist û destnîşan kir ku kurd li gorî peymana Lozanê neteweyên esil in û ne kêmar in.
Serokê Dadgehê îdîa kir ku zimanê dadgehê tirkî ye û ne dijadî ye û wiha got: Ji ber vê yekê divê bersûc ger bi tirkî zanibin divê bi tirkî parastinê bikin. Ger ku bi tirkî nizanibin dikarin bi rêya tercûman parastina bi kurdî bikin.
Piştre ji parêzeran Huseyin Bogatekin, mafê parastinê girt û wiha got: "Ji ber ku mafê parastina kurdî û tercûman hatiye redkirin em wekî parêzeran wateyê nadin ku li salonê bimînin û mayina me ya li salonê bê wate ye. Bogatekin, anî ziman ku ji ber parastina kurdî hatiye redkirin dê salonê terk bikin û xwest daxwaza wan a parastina zimanê zikmakî heta sibê li ber çavan bê girtin û bê nirxandin. Li ser vê yekê hemû parêzeran salon terk kir. Beşdarên rûniştinê û temaşevanên li salonê jî bi dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Berxwedan jiyane " berz kirin.
Dîwana dadgehê navber da rûniştinê. Piştî vê yekê leşker ketin salona runiştinê.