Dîwana Dadgehê ya doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê biryara “derxistina ji salonê” der barê girtiyên ku rûniştina bê parêzer û temaşevan protestokirin de da.
15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di rûniştina doza sereke ya KCK’ê ya daxwaza parêzerên parastinê ya redkirina dadger hat redkirin, ji ber wê jî parêzer bi komî ji salona rûniştina dozê derketin.
Rûniştina dozê piştî nîvro jî bê parêzer û temaşevan dest pê kir. Ji ber ku parêzer beşdar nebûn, girtiyan jî pişta xwe dan dadger û helwesta dadgehê protesto kirin.
Dîwana Dadgehê jî biryara “derxistina ji salonê” der barê girtiyên ku rûniştina bê parêzer û temaşevan protetokirin de da.