Di doza Gungorenê de şahidê veşarî dê bê guhdarkirin

Di doza Gungorenê de şahidê veşarî dê bê guhdarkirin

Di doza Gungeranê de piştî daxuyaniya parêzerên parastinê ya wekê ‘Ger daxwazên me neyên qebûlkirin em dê parastinê nekin’, dîwana dadgehê biryar da ku şahidê veşrî û Nusret T di danişîna din de bên guhdarkirin.

Li navçeya Gungoren a Stenbolê di sala 2008’an de di êrîşa bombeyî de 18 kesan jiyana xwe ji dest dabû piştî vê doz hatibû vekirin û doz îro li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê pêk hat.

10 kes di dozê de tên darizandin. Dozger der barê du bersûcan de 17 caran cezayê muebetê û hezar û 800 sal cezayê girtîgehê xwestibû. Der barê 7 kesan de bi sûcdariya ‘endamê rêxistinê ne, çeka bê ruxsat bikaraniye’ mutaala xwestibû û berata kesekî jî xwestibû.

Di danişîna îro de parêzer Ercan Kanar mafê axaftinê girt û got heta îro tu daxwazên wan nehatine qebûllkirin û got di vê dozê hemû rêgezên hiqûqî tên binpêkirin.

Kanar wiha got: “Darizandina adîlane ne mumkune. Ji bo rayagiştî rehet bike darizandin tê kirin. lige kum e gelek carna xwest şahidê vşarî bê, daxwaza me neanîn cih. Darizandineke rast nayê kirin. Ger daxwazên me neyên cih em parastinê nakin.

Parêzeran xwest şahidê Nusret T , Eşref Guzel bê guhdarî kirin.