Dadgeha ku Doza Ergenekonê pêktîne biyar da ku, Musteşarê MÎT’ê yê berê Şenkal Atasagun, Orgeneralê Teqawit Teoman Koman, amîrê polîsan yê berê Ahmet Îhtiyaroglû, Parlementerê AKP’ê Şirîn Unal û Parlementerê CHP’ê Emrehan Halici jî weke şahid bêne guhdar kirin.
Dest bi Doza Ergenekonê ya 233’mîn ya li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêktê, ku 65 jê girtî bigiştî 274 bersûc têne darezandin hate kirin.
Heyeta Dadgehê daxwaza parêzer û bersûcan ya guhdarkirina şahidan hate nirxandin. Kesên biryar li ser hatine girtin weke şahid bêne guhdar kirin evin: “Musteşarê berê yê MÎT’ê Şenkal Atasagun, Orgeneralê Teqawit Teoman Koman, amîrê polîsan yê berê Ahmet Îhtiyarolgû, Parlementerê AKP’ê Şirîn Unal, Parlementerê CHP’ê Emrehan Halici, Farûk Demîr û rojnamevan Asli Aydintaşbaş.”
Kesên ku biryar li ser hatine girtin weke şahid bêne guhdar kirin, çav lê ye di rojên pêş de bên Sîlîvriyê îfadeyê bidin.