Di doza DYG'ê de 9 kes tahliye bûn

Di doza DYG'ê de 9 kes tahliye bûn

Di rûniştina doza 72 endamên DYG'ê yên bi îdîaya "Endamên Yekîneyên Parastina Rewa ne" hate vekirin de 9 kes tahliye bûn. Di rûniştinê de xwendekaran di dema tesbîta nasnameyan de bi kurdî bersiv dan û gotin "Ez li virim" Daxwaza xwendekaran ya parastina bi kurdî dîsa nehate qebûlkirin.

Rûniştina 72 xwendekarên zanîngehê yên endamên DYG'ê ya baskê ciwanan ya BDP'ê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê hate dîtin. Di rûniştinê xwendekarên girtî, xwendekarên din û parêzer tevlî bûn. Di salona dadgehê de tedbîrên gelek berfireh hatin girtin û malbat bi dorveger di salonê de rûniştin şopandin. Di rûniştinê de di dema tesbîta nasnameyan de xwendekaran bi kurdî gotin "Ez li virim" Xwendekaran daxwaza parastina kurdî kirin û lê daxwaza wan nehate qebûlkirin.

Parêzeran parastin kirin û anîn ziman ku, guhdariya derdorê ya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê hate kirin dijzagonî pêk hatiye û li gel vê yêkê delîlên di dosyayê de derbas dibin tevlîbûna daxuyaniya têkilidarî Şerzan Kurt, çalakiyên reda wijdanî, tevlî bernameya li salona dawetê bûn divê weke delîl neyên qebûlkirin û ji dosyayê bên derxistin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn, daxwaza heyeta zanyar ya Zanîngeha Stenbolê ya ku guhdariya partiyeke siyasî zagoniyê an na. Parêzer Memet Saît Karabakan jî anî ziman ku, endamên baskê ciwanan yên partiya koma wê li Meclîsê heyî weke "endamên rêxistinê ne" tên darizandin. Karabakan, xwest ku ji Wezîrê Navxweyî bê pirsîn ku BDP "rêxistina teroruyê" an na, derheqê wê de biryar girtinê heye û lêpirsînê heye an na.

'HEKE DYG RÊXISTINA TERORÊ BE EZ XWE ÎXBAR DIKIM'

Parêzer Sînan Zîncîr jî diyar kir ku, nivîsa ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan ya têkildarî DYG'ê de hat, DYG weke "rêxistina terorê" nîşan da û wiha got: "Ez jî dibêjim DYG, rêxistineke demokratîk, legal û rewa ye. Heke emniyet ji vê re bêje 'rêxistina terorê' ez xwe li Dozgeriya Komarê îxbar dikim. Ez dixwazim derheqê min de li gorî madeya 215 ya TCK'ê serlêdana sûc bê kirin."

GIRTIYÊ JI SEDÎ 70 ASTENGDAR TÊ DARIZANDIN

Parêzer Ayşe Acinikli jî diyar kir ku, muwekîlên wê Kayhan Tuney ji sedî 70 astengdare û Bayram Yilmaz jî nexweşê dile û divê demildest ji şertên girtîgehê bên derxistin.

Piştî parastina parêzeran dadgehê navber da. Piştî navberê ji 40 xwendekarên girtî biryara tahliyeya xwendekarên bi navê Yazgul Şahîn, Dîlan Erol, Mukaddes Çinar, Atîce Yilmaz, Kutbettîn Gullu, Ahmet Ataman, Gulcan Bal, Îrfan Aslan û Murat Aygun da û rûniştin taloqî 21'ê îlonê kir.