Di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ku duh li hemberî welatiyên ji merasîma cenaze vedigeriyan pêk hatibû de, zarokek 13 salî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Helebê yê Suriyeyê, duh di navbera Artêşa Azad û pêxasên rejîma Sûriyeyê de pevçûn çêbibû û di dema şer de pêxasên xwestin bikevin Taxa Şêx Meqsud a ku kurd lê dijîn, rastî berxwedana hêzên YPG'ê hatibûn. Pêxasên ku ji taxê reviyan û derdora xwe gulebaran kirin endamê asayîşa Şêx Meqsud Reşîd Hebîb ê 39 salî jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bibûn.
WELATiYÊN Ji CENAZE VEDIGERIYAN BOMBEBARAN KIRIN
Cenazeyê Reşîd Hebîb duh bi karwanek ji dehan wesayîtan pêk tê birin Efrînê û bi merasîmekê hate definkirin. Piştî merasîmê welatiyan dîsa berê xwe da Helebê. Di dema vegerê de balefirên şer li nêzî bajaroka Heyam a girêdayî Helebê ji aliyê balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ve hatin bombebarankirin.
Di encama bombebaranê de zarokê bi navê Mistefa Omer ê 13 salî yê ji gundê Şiltetê yê Efrînê jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn. Zarokê jiyana xwe ji dest da û welatiyên birîndar rakiririn nexweşxaneyên li Helebê. Îro jî bi hezaran welatî li ber nexweşneyên Henan û Osman ên li Taxa Eşrefiyê kom bûn.