Di AKP’ê de aloziya serokkomartiyê didome

Di AKP’ê de aloziya serokkomartiyê didome

Piştî ku Dadgehê biryar da ku Abdullah Gul dikare careke din bibe serokkomar, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag nerazîbûn nîşan da û got; “Biryara dadgehê ya 7 salên ji bo peywira serokkmartiyê diyar kiriye rast e. Lê ger bo cara duwemîn were hilbijartin, ev yek ne li gorî makeqanûnê ye.”

Rageşî û aloziya serokkomartiyê ya di navbera Abdullah Gul û Recep Tayyîp Erdogan de her ku diçe xwe zêdetir dide der. Dadgeha Makeqanûnê ragihand ku heyama serokkomartiyê ya ya serokkomarê 11’emîn 7 sal e û diyar kir ku dikare du caran bê hilbijartin.

Piştî biryarê, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul tu daxuyaniyek neda, lê ekîba Erdogan li hemberî biryarê îtîraz kir. Yek alîkarên Erdogan, Bekîr Bozga got; “.Biryara dadgehê ya 7 salên ji bo peywira serokkmartiyê diyar kiriye rast e. Lê ger bo cara duwemîn were hilbijartin, ev yek ne li gorî makeqanûnê ye “

GELO ERDOGAN DIXWAZE PÊŞIYA GUL BIGIRE?

Bozdag bersiv da pirsa “Gelo dê ji niha û pêve çawa be?” û got; “Tirkiye dê rêya xwe bidomîne, heta sala 2014 demek zêde heye.” Ev daxuyanî jî tê wê wateyê ku Erdogan dikare pêşiya Gul bigire.

DI MIJARA HEBSA MALÊ DE JI HER SÊ ALÎKARÊN ERDOGAN DAXUYANIYÊN CÛDA

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç di daxuyaniya da de diyar kir ku ger PKK çekan deyne, ew dikarin ji bo Ocalan li ser hepsa malê biaxivin. Bekîr Bozdag jî der barê vê daxuyaniya Arinç de got; “Daxuyaniya Birêz Arinç mirov dikare di çarçoveya hin şertan de binirxîne. Ger rêxistina terorê çekan deyne, mirov dikare baştir biaxive.".

Cigirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç daxuyandibû ku ger PKK çekan deynde ji bo Ocalan dikare ‘hepsa malê’ bê nirxandin. Piştî vê Cigirê din yên Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay got; ‘Di rojeva me de mijareke wisa tune ye.”

Piştî daxuyaniya Arinç ya roja înê, bersiv ji cigirê din yê serokwezî Atalay hat. Atalay got k udi rojeva me de mijareke wisa nîne.

Arinç wiha gotibû: “Van tiştan Leyla zana û hin kesên din jî tînin ziman. Ev mijarek wisa ye ku mirov bi tena serê xwe gotûbêj bike. Ev dikare bi pêşvajoya çekdanînê ya rêxistina terorê bê gotûbêjkirin. An jî ji bo îro ev yek derbas nabe. Yên ku li Îmraliyê ye jiyana xwe ya rojane didomîne. Ji ber ku ev wekî daxwaza rêxistinekê be, ger em vê bikin de ev rêxistin dest ji vê şîdetê bernade. Weke ku Derokwezîrê me jî ji rêveberiya Iraqê re got ‘bila çekan daynin û dawî li çalakiyên xwe bînin û dê ji vir şûn de bi hev re bifkirin. Ev tenê daxwazeke. Ez nafikirim ku li ser vê siyaset bê kirin. Ev zêde ne ji dil e. Ger ku rêxistin bi temamî çekê deyne û çalakiyan pêk neyne mijara hepsa malê ya ji bo Ocalan jî dikare bê axaftin.”