Wezareta Dadê ya Tirk ragihand ku di 7 salên dawiyê de ji 8 hezar û 828 zarokan, 3 hezar û 777 zarok di dadgehên cezayê giran de mehkûm bûne.
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bersiv da pêşnûmeyek a Meclîsê û hejmara kesên piştî rakirina DGM’yan, di dadgehên cezayê giran û raye taybet de hatin darizandin, aşkere kir.
Di bersiva Ergîn de hat diyarkirin ku di sala 2004-2011 de 8 hezar û 828 jê zarokên temenê wan ji 18 kêmtir, bi giştî 209 hezar û 750 kes di van dadgehan de hatine darizandin. Di van darizandinan de 3 hezar û 777 zarok , bi giştî 137 hezar û 692 kes mehkûm bûne.