Di 2017 de dê hejmara ciwanên bêkar bibe 73.3 milyon

Di 2017 de dê hejmara ciwanên bêkar bibe 73.3 milyon

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ragihand ku hejmara ciwanên bêkar ên temenê wan di navbera 15-24 de îsal ji sedî 12.7 ye, dê di sala 2017 de bibe ji sedî 12.9.

Li gorî pêşbîniya ILO’yê ji ber krîza aborî ya li gelemperiya Ewropayê, dê rewşa bêkariya ciwanan xirabtir bibe.

Rêxistinê cûdakariya di sîstemên perwerdeyê de, heyîn û neyîn tevnên civakî, li seranserê cîhanê da ber çavan û da diyarkirin ku hejmara ciwanên bêkar ên temenê wan di navbera 15-24 de îsal ji sedî 12.7 ye, dê di sala 2017 de bibe ji sedî 12.9.Li gorî vê pêşbîniya ILO’yê hejmara ciwanên bêkar dê bigihe 73.3 milyonan.

ILO’yê krîza aborî ya li Ewropayê weke sedema vê yekê destnîşan kir. Ji pisporên ILO’yê Ekkehard Ernst, got; “Bandor vê yekê li her derê tê dîtin.” Her wiha tê destnîşankirin ku li Asyaya ku heta niha ji vê krîzê bandor nebûye, dê bê hîskirin.

Hate diyarkirin ku li Çînê rêjeya bêkariyê zêde bû û ev yek jî tiştek nû ye. Welatên Rojhilat û Başûrê Asyayê bi rêjeya ji sedî 10 herêma herî kêm ji bêkariya li seranserê cîhanê bandor bûye ye. Ev rêje li welatên Amerîkaya Latîn ji sedî 14.4 û li welatên li welatên aboriya wan pêşketî jî ji sedî 15.6 e. Rekor jî ji sedî 28.4 û herêma rekor şkand jî Rojhilata Navîn e.

Rêjeya bêkariya ciwanên di navbera 15-24 salî de li herêma Euroyê ji sedî 21.6 e û li gorî pêşbîniya ev rêje heta sala 2016’ê danakeve. Ekkehard Ernst got; “Li Spanya û Brîtanyaya Mezin ev rêje pir zêde bû” gihişt nêzî milyonekê.