‘Di 20 salan de 2 tûgay leşker bi guman mirin’
‘Di 20 salan de 2 tûgay leşker bi guman mirin’
‘Di 20 salan de 2 tûgay leşker bi guman mirin’
Parêzer Ahmet Çevîk li ser navê malbatên leşkerên bi guman mirine axivî û got: “Di 20 salên dawî de bi qasî 2 tûgayan leşker bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.” Malbat di 19’ê mijdarê de dê li ber meclisê çalakiyê lidar bixin.
Malbatên ku zarokên xwe li leşkeriyê bi awayekî guman wenda kirin, dixwazin mirinên bi guman aşkera bibin û li Cadeya Kazim Ozalp hatin cem hev û daxuyanî dan.
Parêzerê malbata leşker Murat Oktay ku dema peywira xwe ya leşkeriyê ya Qerekola Cendermeyan a Saritaş ya Dêrsimê dikir û di 5’ê cotmeha 2009’an de jiyana xwe ji dest da, Ahmet Çevîk, da zanîn ku ligel têkoşîna qanûnî negihiştine encamekê.
Çevîk got her mirine bi guman ya li leşkeriyê cînayete û got: “Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de 987 kes di bin navê ‘zayîata perwerdê de’ jiyana xwe ji dest dane. Di 20 salên dawî de bi qasî 2 tûgayan leşker bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dane. Mirinên bi guman cinayete. Muwekîlê min jî bûye qurbana cînayetê. Dikare bi rêbazên hêsan pêşî lê bê girtin. Em pêvajoya sîvîliyê dijîn. Pêvajoyek demokratîkbûnê tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de divê bi ser van bûyeran de biçin.
MALBAT DÊ DI 19’Ê MIJDARÊ DE LI BER MECLISÊ BIN
Oktay Can jî da zanîn ku bi ser mirina kurê wî de neçûne û wiha pê de çû: “ Em wek nûnerên malbatên 987 leşkerî li virin. Me gelek delîl pêşkêşî dadgehên leşkerî kir, lê me encamek negirt. Malbatên doz venekirin jî em tevli vê bikin digihêje 5 hezarî. Em wek malbatan di 19’ê mijdarê de em li ber meclisê ne. Me di vê çarçoveyê de ji serokwezîrtî, serokomarî, TBMM û partiyên siyasî re name şand.”
BILA GORA KURÊ MIN VEBIKIN
Can da zanîn ku ligel ku 22 delîl pêşkêş kirine jî hêj delîlên nû jê tê xwestin û wiha got: “Ez dixwazim li pêş 75 mîlyon kesî gora kurê min bê vekirin.”
Dayik Sumbesel Can jî got wan bi coş û şahî kurê xwe şandiye leşkeriyê û got: “Piştî kurê min şehîd ket, gotin întîxar kiriye. Ez bang li serokwezîr û serokomar dikim. Bila dengê me bibihîzin. Yên li kurê min xistin digerin.”
Bavê leşker Uysal dogan ku di 2012’an de li Muşê leşkerî dikir, Riza Dogan jî got: “Ligel ku şopên tiliyê wî li ser çekê tunebûn jî gotin kurê te întîxar kiriye. Di dozê de biryara neşopandinê dan. Dosya niha li Fermandariya Giştî ye. Me name şand. Lê tu bersiv nedan me.
Dayik Gulîzar Dogan jî got wan bi kêfxweşî kurê xwe bi rê kirine û da zanîn ku kurê wê gelek ji jiyanê hez dikir, tu car întîxar nedifikirî.