DHF, Kaypakkaya bibîr anî
DHF: Kaypakkaya, şoreşgerekî komunîst bû yê bawer dikir qehremanên rastî mîlyonên tên pelçiqandin in û armanc dikir bi têkoşîna rêxistinkirî ya mîlyonên bindest dawî li pergala zilmê bîne.
DHF: Kaypakkaya, şoreşgerekî komunîst bû yê bawer dikir qehremanên rastî mîlyonên tên pelçiqandin in û armanc dikir bi têkoşîna rêxistinkirî ya mîlyonên bindest dawî li pergala zilmê bîne.
DHF, bi wesîleya salvegera mirina Îbrahîm Kaypakkaya yê li Zîndana Amedê ji ber îşkenceyên dît jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. DHF got: “Kaypakkaya, şoreşgerekî komunîst bû yê bawer dikir qehremanên rastî mîlyonên tên pelçiqandin in û armanc dikir bi têkoşîna rêxistinkirî ya mîlyonên bindest dawî li pergala zilmê bîne.
Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) di daxuyaniya nivîskî ya weşand got ku Kaypakkaya manîfestoya rizgariya karker, kedkar û bindestan e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kaypakkaya yek ji kesên bi mîlyonan bindest, karker, gundî, ciwan, jin, Kurd, Tirk, Roman, Ermenî, Suryanî, Êzidî, Laz, Çerkez, Elewî, Sunnî û dewlemendiyên din e û wiha dewam kir: “Kaypakkaya, şoreşgerekî komunîst bû yê bawer dikir qehremanên rastî mîlyonên tên pelçiqandin in û armanc dikir bi têkoşîna rêxistinkirî ya mîlyonên bindest dawî li pergala zilmê bîne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo di şexsê Îbrahîman, Denîzan, Mahîran, Hakiyan de mîrasa tevayî şehîdên şoreşê bê jiyandin divê têkoşîneke topyekûn li her cihî bê hûnandin.