DGH'ê li Stenbol û Wanê çalakî kir

DGH'ê li Stenbol û Wanê li dijî faşîstan çalakî kir.

Tevgera Ciwanan a Şoreşger (DGH) ragihand ku li Esenyûrt a Stenbolê agir berda kargeheke faşîstekî.

Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayin:

"Yekîneya me ya Şehîd Mehmet Akar a DGH'ê 30'ê Çileya 2023'an saet di 23:00 de li Esenyûrtê li dikana faşîstekî çalakiya sabotajê kir. Di encama çalakiyê de dikan şewitî."

WAN

Yekîneya Rojger Gabar û Devrîm Hêjar a DGH'ê jî doh êvarê li hemberî wesayiteke zirxî û wesayiteke sivîl a polîsên dewleta Tirk a faşîst çalakî kir.

Hate ragihandin ku çalakî doh êvarê saet di 22:00 de li taxa Xaçortê ya Wanê bi teqemeniya bi destan çêkirî hate kirin û derb li wesayitên polîsan hate xistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan dewam bikin û tola her gerîlayekî lehengê şehîd ketiye wê qat bi qat bê hilanîn.