DFG: 87 rojnamevan girtî ne
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir 87 rojnamevan girtî ne û ew 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin ji dêvila roja pîrozkirinê, wekî roja têkoşînê dibînin.
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir 87 rojnamevan girtî ne û ew 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin ji dêvila roja pîrozkirinê, wekî roja têkoşînê dibînin.
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) tekildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endam û rêveberên OHD'ê, MEBYA-DER'ê, MED-DER'ê û gelek rojnamevan di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser wêneyên rojnamevanên ku girtî hebû û “Çapemeniya azad serî natewîne” dinivisî hate hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çapemeniya azad serî natewîne” berzkirin.
’87 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE’
Daxuyanî ji aliye hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ve hat xwendin. Muftuoglu, diyar kir ku 10 Çileyê tu car ji bo rojnamevanan nebûye roja pîrozbahiyê û ev tişt gotin “Desthilatdariya AKP'ê ku bi gotinên, ‘Demokrasiyê’ bû desthilat, welat kir girtîgeh. Di sala 2016’an pêvajoya Rewşa Awarte de bi rêya KHK'ê nêzî 300 sazî û dezgehên çapemeniyê yên di bin kontrola wan de girtin. Lê tevî hemû zextan jî rojnamevan karê xwe dikin. Desthilat dixwaze bi navê ‘Dezenformasyone’ bi kanûna sansûrê dengê rojnamevanan bibire. Parvekirineke li ser medyaya dîjîtal dema desthilat aciz bike dozê vedike. Rojnamevan cihê ku li qadan nûçeyan bişopînin ji ber dozan wexta xwe li edliyeyan derbas dikin. Dema mijar dibe rojnamevanên Kurd şert û merc hê girantir dibin. Di van 7 mehên dawî de 27 hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî derket 87’an. Rojnamevanên ku di 16’ê heziranê de li Amedê hatin girtin û hê jî ne diyar e bi çi tên sucdar kirin li ser medyaya alîgir tên krîmînalîzekirin. Tevî ku 7 meh bi ser girtina rojnamevanan re derbasbûn jî derheqê wan de hêj jî lêpirsîn bi dawî nebûye.”
Muftuoglû, bi bîr xist ku di 25’ê Cotmehê de jî 11 rojnamevan di lêpirsîna Enqerê ku hatibû destpêkirin de hatin destgîrkirin û got: “Rojnamevan bi zext û tundiyan hatin destgîrkirin. Dema hatin destgîrkirin jî xwestin serê wan bitewînin. Ew dimen jî ji aliye Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ve hat parvekirin. Bi van dîmenan xwestin gefan li rojnamevanên ku li derve mane bixwin. Ji wan 9 rojnamevan jî hatin girtin. Di van girtinan de her çiqas nav û bajar biguherin jî tawanbarkirin û sedem heman e.”
10'Ê ÇILEYÊ JI BO ME ROJA BERXWEDANÊ YE
Muftuoglû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi van girtinan dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo em bikarin rastiyan ragihînin û rojnamevaniyê biparêzin têkoşîna xwe berdewam dikin. Cihê ku 87 rojnamevan lê girtî bin ji bo me 10’ê Çileyê nabe rojeke pîrozkirinê, em vê roje weke roja têkoşînê dibînin. Em careke bang dikin ku hevalên me yên rojnamevan ên ku li Amed û Enqereyê hatine girtin, divê werin berdan.”