Dêya girtiyê nexweş: Kurê min bi hêviya mirinê hiştine
Songul Îlker a ku kurê wê Ekîm Polat ê ku girtiyekî nexweş e diyar kir li girtîgehê tedawiya kurê wê tê astengkirin û got “Kurê min bi hêviya mirinê hiştine.”
Songul Îlker a ku kurê wê Ekîm Polat ê ku girtiyekî nexweş e diyar kir li girtîgehê tedawiya kurê wê tê astengkirin û got “Kurê min bi hêviya mirinê hiştine.”
Ji bo Ekîm Polat ê 25 salî ku ji sala 2017'an û vir ve di girtîgehê de ye û nexweşiya wî ya agromegaliyê heye, rewşa xerabtir dibe. Polat ê ku li her girtîgehên ku lê sirgûnê tedawiya wî dihat astengkirin, bejna wî ji 1,76 santîmetreyan derket 2 metreyan. Songul Îlker a 158 roj in di Nobeta Edaletê de ye ji ANF'ê re axivî. Dêya wî diyar kir ku rewşa tenduristiya kurê wê gihiştiye asta krîtîk û wiha got: “Di meha Tebaxê de bejna wî 20 santîmetreyan zêde bû. Êdî nikare destên xwe hilgire.”
Îlker diyar kir ku agromegaliya ku wekî nexweşiya "Mirovê Dêw" jî tê binavkirin, nexweşiyek e ku ji ber tîmora di hormona mezinbûnê ya hucreya hîpofîzê çêdibe. Îlker, diyar kir ku di vê nexweşiyê de hinav jî mezin dibin û diyar kir ku ev yek dibe sedema mirinê.
Dêya wî diyar kir Ekîm di 5’ê Îlona 2016’an de hate destgîrkirin û di 27’ê Îlona 2016’an de wekî berpirsê teqîneke li Kuçukçekmeçeyê berpirsyar hate dîtin û got “Lê dema ku ev bombe hate teqandin kurê min girtî bû. Ciwanek navê kurê min dide û polîsekî ku êşkence li kurê min dike dibêje were vê bûyerê qebûl bike. Polîsê din jî dibêje ev kurik 22 roj in li vir in wê çawa bombeyê bide?”
Dêya wî diyar kir ku kurê wê ji ber şewitandina wesayîtan û bombeyê dihat darizandin lê piştre ji her du dozan beraet kiriye û got “Kurê min ji ber ku Kurd û Elewî ye, ceza lê hate birîn.”
Dêya wî diyar kir piştî ku nexweşiya kurê wê derketiye holê Saziya Tipa Edlî rapora Fakulteya Tibê ya Çapayê manîpule kiriye û got “Îddîa kirin ku nexweşya Ekîm ne agromegalî ye lê nexweşiyeke irsî ya bi navê sendroma Marfanê ye. Jixwe piştre jî sewqa wî jî nehate kirin.”
Dêya wî diyar kir nexweşiya kurê wê giran bûye û got “Di meha Tebaxê de bejna wî 20 santîmetreyan dirêj bûye. Êdî nikare milê xwe ragire. Ji ber nexweşiya wî di dil û gurçik û hestiyê wî de nexweşî hene. Pêdiviya wî bi nivîn û kursiyên ortopedîk heye. Divê bi lezgînî li nexweşxaneyê were tedawîkirin. A niha tedawiya kurê min asteng dikin û kurê min bi hêviya mirinê hiştine. Heke tiştek were serê kurê min wê Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar bin."