Dewleta Tirk li 22 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand

Dewleta Tirk ragihand ku wê 22 gundan heta 5 rojan derketina derve qedexe be.

Dewleta Tirk di navbera 2-6’ê Hezîranê de li Bedlîsê li 22 gund û mezraya qedexeya derketina derve ragihand.

Gundên bi navê Koçlû, Keklîk, Akbiyik, Gokçe, Karadal, Oıçulu, Bozpinar, Çayir, Kopru, Yelkiran, Aktay û Karalê bi hinceta operasyonên leşkerî bûn hedefa qedexeyan.

Walîtiyê di 2’ê Hezîranê de jî 10 gund û mezrayan qedexeya derketina derve ragihandibû.

Di roja 5’an de qedexeyê de operasyona leşkerî ya li gundan didome.