Dewleta Tirk gelek herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe kir

Çiyayê Cûdî û gelek deverên Feraşîn û Bestayê, ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo 15 rojan weke "Herêmên ewlekariya taybet" hatin ragihandin.

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku gelek herêmên di nav sînorên navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê yên Şirnexê ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî” hatine îlankirin. 

Walîtiyê diyar kir ku herêmên Herêma Çiyayê Cûdî, Besta, Kureşîn, Kela Memê, Çiyayê Gabar, Tenîn di nav de gelek herêmên di nav sînorên Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê hatine qedexekirin û ev herêm di navbera 15’ê sibatê heta 1’ê adarê weke “Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî” hatine îlankirin.