Dewleta Tirk êrîşê gundên Pêncewînê kir: Şehîd û birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov gundên navçeya Pêncewînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov gundên navçeya Pêncewînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Di saetên şevê de dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov êrîşê sê gundên navçeya Pêncewîn a ser bi Silêmaniyê kir. Di encama êrîşê de 3 kes şehîd û kesek jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê, dewleta Tirk bi balefirên bê mirov gundên Salyawa, Wiryawa û Kanî Mîranî Babe Elî yên ser bi bajaroka Germkê ya girêdayî navçeya Pêncewînê bombebaran kirin.
Hat gotin ku balefiran wesayîtek hedef girtine û di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan heta van kêliyan jî balefirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser asîmanê herêmê difirin.
Gundên hatine bombebarankirin, 30 kîlometreyan ji navçeya Pêncewînê dûr in. Heta niha di derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.