Dewleta Tirk çawişê pispor parast, ew negirt
Çawişê Tirk Mûsa Orhan ê tecawizkar nehate girtin, daxwaza girtina wî ji hêla dadgerên Tirk ve nehate qebûlkirin.
Çawişê Tirk Mûsa Orhan ê tecawizkar nehate girtin, daxwaza girtina wî ji hêla dadgerên Tirk ve nehate qebûlkirin.
Îpek Er, piştî ku leşkerê Tirk Orhan Mûsa tecawizî wê kiribû 16'ê Tîrmeha 2020'an hewl dabû ku dawî li jiyana xwe bîne, jina ciwan a 18 salî 18'ê Tebaxê dawî li jiyana wê hatibû.
Danişîna sêyan a li ser leşkerê pispor ê Tirk Mûsa Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê pêk hat.
Parêzerên baroyên Amed, Êlih, Sêrtê, yên Komeleeya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), wekîlên HDP'ê Feleknas Uca, Nuran Îmîr û Sidiik Taş, atkivîstên TJA'yê, endamên KESK'ê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Amed, Êlih û Sêrtê li danişînê hazir bûn.
Parêzerên Mûsa Organ bi rêya onlîne tevlî danişînê bûn.
Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê daxwaza girtina leşkerê Tirk ê tecawizkar Orhan Mûsa red kir û danişîn taloqî 16'ê Îlonê kir.