Dewleta Îranê 2 rojnamevanên jin girt
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye 2 rojnamevanên din jî hatin girtin.
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye 2 rojnamevanên din jî hatin girtin.
Rojnamevan Saîde Şefîhî û Mehirnuş Zarayî duh li Tehranê hatibûn destgîrkirin.
Hevjîna rojnamevan Saîde Şefîhî, Hisên Homayun li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku hevserê wê di 22'ê Çile de di serdegirtina mala wan de hatiye destgîrkirin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku aqûbeta rojnamevan û nivîskar Seîd Şefîhî ne diyar e û heta niha sedema girtina wê nehatiye eşkerekirin.
Her wiha HERANA diyar kir ku rojnamevan Mehirnuş Zarayî sewqî Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatiye kirin û hêzên Îranê di serdegirtina malên rojnamevanan de dest danîne ser hin alavên pîşeyî.
Di berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê heta niha 79 rojnamevan hatine girtin.