Dewlet li Şemzînanê jî li Afyonê jî hemane

Dewlet li Şemzînanê jî li Afyonê jî hemane

Polîtîkayên dewleta Tirk yên sansûrwarî ne tenê li Kurdistanê bi sînor in. Li rexmê ku demeke li ser teqîna Afyonê derbaz bû jî rayedarên Tirk heya niha di derbarê mirî yan jî windayên leşkeran de daxuyaniyek zelal nedaye. Li gorî çavkaniyê herêmî tê gotin ku, li cebilxaneyê di dema jimartina bombeyan de teqînê rû daye û gelek leşker mirine.

Îşev di demjimêrên 21.15’an de li Qişlaya Mehmet Saraç ya li navçeya Atakoy ya Afyonê teqînek mezin rû da. Teqîna ku li depoya cebilxaneya di dema tasnîf û jimartina bombeyan rû da de, ji ber tundiya teqînê li tevahiya bajar hate hîskirin. Mirov got qey erdhej çêbû û xwe ji malên xwe avêtin. Hate diyarkirin ku, 4 jê leşker 7 kes rakirin nexweşxaneyan.

Li gel teqînê agir mezin derket, hate ragihandin ku, ji ber sedema cebilxaneya belav bûye derdorê nikarin mudaxeleyî agir jî bikin.

Di dema bûyerê de kanalek ya herêmî îdîa kir ku, 32 leşker mirine. Di kanalên netewî de jî hate diyarkirin ku, di dema teqînê de hêjmarek gelek leşker di depoyan de bûn û di derbarê aqûbeta van leşkeran de ti agahî nehatine girtin.

Waliyê Afyonê Irfan Balkanlioglû jî di daxuyaniya dayî de ragihand ku, teqîn di encama qezayê de rû daye û îhtîmala sabotajê nîne.

Şaredar Burhanettîn Çoban jî da diyarkirin ku, ji ber sedema teqînê dibe ku hinek leşker miribin, lê belê di derbarê jimarê de tiştek zelal negot.